Fotograf: Mine Ayşe Adıgüzel / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Gundê Kîrazliyê yê Çanakkaleyê, Şîrketa Alamos Gold a kanadayî dest bi lêgerîna zêran kiriye. Ji bo vê xebatê gelek dar hatine birîn. Li ser vê rewşê, jîngehparêz û mafparêzan di 26ê Tîrmehê de dest bi “Nobeta Av û Ûcdanê” kiriye. Çalakvanên Nobetê îro bi beşdariya girseyeke mezin ber bi qada madenê ve meşiyan e.
Bixwîne - Li Çiyayên Qazan bi hezaran dar hatine birîn
Saet di 1.00ê de çalakvan li Herêma Balaban Çeşme ya Kîrazliyê kom bûne û li vir civînek pêk anî ne.
Çalakvanan ber bi qadê ve meşiyan e
Çavkanî: Cumhuriyet
Piştî civînê li vir daxuyaniyek dane çapemeniyê. Saet di 12.30 deqîqeyan de jî girse ber bi qada madenê ve meşiyan e.
Digel astengiya cendermeyan çalakvan saet li derdora 13.30 deqîqeyan qetine qada madenê.
Koma muzîkê, Mogollarê îro li bajêr wê konserekê bide. Her weha piyanîstê navdar Fazil Say jî bi heman armancê wê di 18ê Tebaxê de konsertekê bide.
Beriya çalakiyê, ji çar aliyê Tirkiyeyê çalakvan ber bi Kîrazliyê ve herikî ne. Lê di rê de rastî kontrola polîsan hatine.
Çavkanî: Esra Çanlı / Canakkalegundem.net
Basên ku ji hêla Şaredariya Çanakkaleyê ve ji bo çalakiyê hatine dabînkirin, li Qada Cûmhûriyetê rastî kontrola polîsan hatiye.
Kes û saziyên ku beşdar bûne
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Mûharrem Errkek, Veli Saribal û Alîkara Serokê Giştî ya CHPYê Gulîzer Bîçer Karaca, Wekîlê Serokê Koma CHPyê Engîn Altay, Parlamenterê CHPyê Ozgur Ceylan, Ilhamî Ozcan, Ensar Aytekîn Ataş, Mûstafa Adiguzel, Fîkret Şahîn, Aysû Bankoglû, Ahmet Vehbî, Gamze Taşçier, Mûrat Emîr, Jale Nûr Sullu, Mûrat Bakan, Tahsîn Tarhan, Erkan Aydin û Emîne Emecan beşdarî çalakiyê bûne.
Her weha parlamenterên HDPyê, komeleyên têkoşîna ekolojiyê, parêzerên Baroya Çanakkale, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Tekîrdag, Kirklarelî, Aydin, Edîrne, Balikesîr, Yalova û Kocaeliyê, nûnerên medyaya herêmî, netewî û navnetewî, hunermend û gelek hemwelatî beşdarî çalakiyê bûne. (HA/FD)