Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji ber Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar girt ku zerf û pisûlayên hilbijartinê yên bê mor jî wê bên qebûlkirin û aşkerekirina Ajansa Anadoluyê ya encamên nefermî yên referandûmê li gelek bajaran xwepêşandan tên lidarxistin.
Li bajarên weke Stenbol, Tekirdag, Marmaris û Çanakkaleyê xwepêşandêran meşiyan û YSK protesto kirin.
16 kesên ku li Antalyayê di dema çalakiyan de hatibûn desteserkirin, bi şertê kontrola edlî ve hatin berdan. Li Aydinê jî kesên ku xwestin çalakiyê lidar bixin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.
Stenbol
Beşiktaş
* Fotograf: Murat Delişkdaş / DHA
Li Beşiktaşê çalakiyên ji şeva referandûmê de destpê kirin dîsa li Qada Kartalê hat lidar xistin. Mirovên ku derketin şaneşînên xwe bi lêdana sinîkan piştgiriya xwepêşandêran kirin.
Kadikoy
* Fotograf: Akın Çeliktaş / DHA
Li navçeya Kadikoyê jin bi slogana “Te got qey Na’ya jinan qediya” li ber avahiya Operaya Sureyayê kom bûn û meşek lidar xistin.
Avcilar û Bakirkoy
* Fotoğraf: İhsan Dörtkardeş
Her wiha li navçeyên Avcilar û Bakirkoyê jî kesên encamên referandûmê û biryara YSKê yê protesto kirin daketin kolanan û meş lidar xistin.
Tekirdag
Fotograf: Ruhan Yalçın / DHA
Li Tekirdagê endamên Partiya Gel a Komarî (CHP) li Parka Üç Kemallerê kom bûn û bi sloganên “Em leşkerên Mustafa Kemal in”, “Em ê bi berxwedanê bi serkevin” û “Hîna neqediya nû destpê dike” meşiyan.
Marmaris
Fotograf: Ali Gündoğan / DHA
Bi pêşekiya Rêxistina navendî ya CHPê girse li ber Biryardeya Ataturkê kom bûn û biryara YSKê protesto kirin.
Bi heman armancê li Çanakkale, İzmir, Aydin, Mersin û Manisayê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. (BK/FD)
Fotograf: Burak Gezen / DHA
* Fotograf: Mehmet Güney / İzmir
* Fotograf: Burhan Ceyhan / DHA
* Fotograf: İbrahim Mase / DHA
* Fotograf: Mehmed Hakkı Özbayır / DHA
(BK/FD)