Bi fotografan 16em Merasîma Xelatên Hrant Dînkî yên Navneteweyî

16em Xelatên Hrant Dînkî yên Navneteweyî duh(15 Îlonê) bi merasîmek dane xwediyên wan. Îsal ji Tirkiyeyê Weqfa Stargeha Jinan Mor Çati û ji derveyî Tirkiyeyê jî têkoşera mafên jinan Rugiatu Neneh Turay ku ji Sierra Leoneyê ye hêjayî xelatê hatin dîtin.
Mafparêz û hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînk axaftina vekirinê ya merasîmê kir û balkişand ser 70em rojbûna hevjînê xwe Hrant Dînke ku jiyan û têkoşîna wî tê bîranîn û diyar kir ku li cîhanê tundkariya fîzîkî û derûnî û hêrs serdest e. Her weha Dînkê destnîşan kir ku ev rewş dibe sedem ku sebir, dilovanî, rêzgirtin û hezkirin roj bi roj kêm bibe.
Dînkê di heman demê de hezkirina xwe ji bo hukumxwara Geziyê Çîgdem Materê ku yek ji endamên komîteya xelatê ye pêşkeş kir.
Piştî axaftina Rakel Dînkê, ajalparêzan li salonê pêşnûmeqanûna têkildarî kuştina ajalên ku li kolanan dijîn, protesto kirin.
Merasîma xelatdayînê ya ku li Salona Konseran a Cemal Reşît Rey hat lidarxistin, bi beşdariyeke xurt pêk hat.
Rugiatu Neneh Turay: “Ez di wê baweriyê de me ku guhertin tenê ji hundir ve pêkan e. Di vê pêvajoyê de, di mijara sekna bi biryar û bi hêz, bişûnve gav neavêtin û devjêbernedan de min bi rastî xwe ceriband.
Li ser navê Mor Çatîiyê Selîme Buyukgoze, Melîke Keleş, Leyla Soydinç û Yasemîn Temîzarabacî derketin ser dikê.
Di merasîmê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê û Hevseroka berê ya BDPê Gultan Kişanak û Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû jî amade bûn.
Piştî merasîmê, parêzvanên mafên ajalan bi pankarta "Bi tena serê xwe rizgarî nîne, an hemû cur an jî ne tu kes" derketin ser dikê.
Cegerxwîn 41 sal berê koça dawî kir

BİANET Lİ AMEDÊ YE
Li Amedê rojeva gel merasîma çekdanînê ye: Ji ber kelecanê em du roj in nikarin razên

BİANET Lİ MÊRDÎNÊ BÛ
Pêvajoya çekdanîna PKKê: Li Mêrdînê geşbîn lê bi baldar in

15Ê GULANÊ ROJA CEJNA ZİMANÊ KURDÎ
100 saliya Komarê û polîtîkaya wê ya ji bo zimanê kurdî

LITERAKURD MALA WÊJEYÊ
“Em dixwazin wêjeya kurdî ya ku bi sinorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye bigihîne hev”

.jpg)








