Li gelek qadan em mêr mêrsplainingê dikin. Hin caran bi baweriya ku em ê karibin hêza di dest xwe de (meqam, mewkî, pere, temen û hwd.) bi kar bînin û hin caran jî weke ku em ji malbatê fêr bûne, lê her gav ji ber ku em mêr in mêrsplainingê dikin…
Ez yek ji wan zarokên bisiûd im. Min ew lîstika ku di zarokatiya xwe de dilîst, dema hinekî mezin bûm weke kar ji xwe re hilbijart. Navê min Can e. Zêdetirî 7 salan e ku ez di radyoyan de kar dikim.
Di salên dibistana seretayî de em û dotmama min Emel cîran bûn. Dotmama min bi yek du salan ji min mezintir bû. Teybeke me li malê hebû. Min û Emelê me dengê xwe li ser kasetan tomar dikir. Serpêhatiya min wiha dest pê kir. Destpêkê me silav dida, paşê me hin nûçe dixwendin û me dengê xwe diguherand û weke mêvan em beşdarî bernameyê dibûn. Me ji teybeke din stran didan guhdarkirin û bêyî ku em li dengê xwe yê tomarkirî guhdar bikin, me dengên din li ser heman kasetê tomar dikir.
Nizanim min di wan rojan de gotibû, “Ez ê vê lîstikê ji xwe re bikim kar û pîşe”, nayê bîra min. Ji xwe piştî demekê mala Emelê bar kir û ez neçar mam ku navberê bidim karîyera xwe ya radyovaniyê. Di dema dibistana navîn de bi saya lîstika computerê ya bi navê Red Alert 2, min hay ji “das û çakûcê” çêbû. Di dema lîseyê de beşdarî çend çalakiyên biçûk bûm ku di dema dawî de min xwe ji copên polîsan rizgar kiribû di van çalakiyan de. Min di zanîngehê de sosyolojî xwend û di encamê de bala min çû dereke din. Piştî ku min zanîngeh qedand, pêşiyê ez bûm pirtûkfiroş paşê jî min xwe di karê rêxistinên civaka sivîl de dît.
Piştî hin rêzetesedif û parêzvaniyan vê carê min xwe li pêşberî mîkrofoneke rastîn dît ku 18 sal in ez her roj vî karî dikim.
Ew lîstika ku min di dema zaroktiya xwe de bi Emelê re dest pê kiribû, niha bi alîkariya 3 mêran, ez bi awayekî “profesyonel” berdewam dikim. Yek ji van mêran li ser maseya teknîkê ye, yê din ji mala xwe piştgiriya edîtoryal dike yê din jî di dema weşanê de li nik min e.
Di serî de li ser guhêraniya îqlimê ya kurewî, li ser mijarên weke jîngeh, mafên mirovan, tevgerên civakî, polîtîkaya hundir û ya derve, aborî û sporê, di nava hefteyê de her sibe nûçeyan radigihînim, van bi hev girêdidim û rave dikim. Helbet têkiliya di navbera wan û bûyerên berê de jî vedibêjim.
Lê ez dizanim ku hin tiştên kêm hene. Ji sedî 50,2yê hejmara welat mêr in û ji sedî 49,8ê wê jî jin in. Ji sedî 49,6ê cîhanê jî jin e. Lê em 4 mêr teswîra cîhaneke bi vî awayî dikin ku kêmasiyek di vir de heye. Ev kêmasî jî bivê nevê rîska mansplainingê bi xwe derdixe ku newekheviya herî zêde em di nava rojê bi kar tînin.
Açûkleme* (mansplaining ango mêrsplaining**) çiye?
Mansplaining ew rewşa mêraniyê ye ku salên dûdirêj e heye lê teşxîsa wê nû hatiye kirin.
Di malpera wikipedia.orgê de ji bo “açükleme” ango “açüklama”yê wiha hatiye gotin ku di dema min ev nivîs dinivîsand, 584 roj li ser qedexeya malperê derbas bibû lê min beriya wê li gel xwe qeyd kiribû:
Mansplaining, di ingilîzi de ji gotina man (mêr) û splaining (ravekirin, îzahkirin) pêk hatiye. Tê wateya ku “mêrek jinekê kêm bibîne û xwe li ser serê wê mezin bike û behsa tiştan bike”. Lily Rothman a ji Kovara The Atlanticê mansplainingê wiha rave dike: “Zanyariya kesê ku behsa mijarekê dike, ji zanyariyên guhdarî/ê kêmtir e lê bêyî guhê xwe bide vê rastiyê di axavtina xwe de berdewam dike û bi giştî mêr li janan dikin vî tiştî”. Rebecca Solnit nivîskara feminîst vê meseleyê bi gotina, “hevbirîna bixwebaweriya zêde û nezaniyê ye” rave kiriye.
Di tirkî de weke gotina açüklama û erkekleme hatiye wergerandin.
Liv û tevgera wan mêran e ku pisporiya wan be yan ne be, şîroveya her mijarê ji jinên li nik xwe dikin. Li her qada jiyanê ihtimal e ku ev rewş derkeve pêşberî me. Li malê, li kolanê, li ser kar, di civînan, televizyon û radyoyan de… Li gelek qadan em mêr mêrsplainingê dikin. Hin caran bi baweriya ku em ê karibin hêza di dest xwe de (meqam, mewkî, pere, temen û hwd.) bi kar bînin û hin caran jî weke ku em ji malbatê fêr bûne, lê her gav ji ber ku em mêr in mêrsplainingê dikin…
Dem ji bo mêrsplainingê guncav e. Em dîsa bibîr bixin:
Li Tirkiyeyê sala 2017ê hejmara jinan bûye 40 milyon û 275 hezar û 39, ya mêran jî 40 milyon û 535 hezar û 135.
Yanî ji sedî 49,8 jin in, ji sedî 50,2 jî mêr.
Hejmara Tirkiyeyê 80 milyon e û 250 hezar mêr ji jinan zêdetir in.
Rêjeya vê ya di hejmara giştî de ji sedî 0,4 e. Digel vê rewşê jî di jiyana karî de ferqeke gelekî mezin heye:
“Li gorî zanyariyên ku Rêxistina Karî ya Navnetewî (ILO) belav kiriye, sala 2017ê rêjeya beşdariya karî li Tirkiyeyê ji sedî 51,5 e û bi vê hejmarê li cîhanê di nava 188 welatan bûye welatê 163em.
Rêjeya beşdariya karî ya jinan li Tirkiyeyê ji sedî 32 ye û bi vê rêjeyê di rêza 165an de ye. Li welatên OECDyê rêjeya beşdariya karî ya jinan ji sedî 51 e. Di rêjeya beşdariya karî ya mêran de Tirkiye di ser asta nîvekiya OECDyê de ye ku li welatên OECDyê ji sedî 68,5 e. Tirkiye bi vê rêjeyê di nava 188 welatan di rêza 104ê de ye. (Bankeya Cîhanê, 2017)”.
Medyaya ku mêrsplainingê dike
Di wê bernameya radyoyê ya em çar mêr bi hevkariyê amade dikin de digel ku em nûçeyên xwe dispêrin raporên zanistî, gotar û nûçeyên li nava welêt û ji derveyî welêt tên belavkirin jî, girseya ku em dengê xwe digihînin wan ne kluba mêran e. Di bernameya de du mêr diaxivin û di vê bernameyê de em behsa çîroka jin, mêr, LGBTI+yan dikin.
Li saziyên medyayê yên din jî rewş ne gelekî cihê ye. Sala 2014ê ji bianetê Çîçek Tahaoglûyê di nûçeyeke xwe rewşê wiha aşkere dike:
Di kunyeyên rojnameyan de ji sedî 19 jin hene, ji sedî 81 mêr in.
Di kunyeyên malperên rojnameyan de ji sedî 36,5 jin, ji sedî 63,5 jî mêr in.
Di kunyeyên malperên nûçeyan de ji sedî 40,9 jin, ji sedî 59,1 jî mêr in.
Dema em li van hejmara dinêrin em dibînin ku digel rêjeya me ji sedî 51, ya jinan jî ji sedî 49 be û bi ferqeke mezin em ji wan zêdetir bin, em mêr dikarin karî bibînin, biaxivin û binivîsin. Em xwediyê van avantajan e û ji ber wê jî em pişta xwe disipêrin hejmara me ya zêde ya di nava civakê de û zêde zêde mansplainingê dikin.
Ez mêrsplainingê mêrsplaining dikim
Dibe ku dema ez van tiştan dibêjim jî ez mêrsplainingê dikim. Lê niha ez xwe naspêrim wan mafan ku bêyî wekheviyê bi dest hatine xistin. Ez pişta xwe didim vê qada sterîl ku bianet ji bo mêr ji mêran re behsa tundiya mêran bike ava kiriye.
Û rewşeke wiha heye ku dizane mêrsplainingê dike û mêrsplainingê dike. Ew jî dihêle ev mijar bê nîqaşkirin û ew gotina xweşik ya bi navê xwerexnekirin, dixe kêlekeke hişî. Di dema nivîsîn, axavtin, temaşekirin û xwendinê de pirsên weke “Gelo niha ez mersplainingê dikim?”, “Heke na min gavek berê mêrsplaining kir?”, “Çima di vê civînê de hemû axavtvan mêr in?” di hişê mirovî de bi cî dike.
Çi têkilî di navbera mersplainingê û tundkariya mêran de heye? Ez hê jî li ser vê difikirim. Lê em bi gotina “rastiya vî karî ev e” mêrsplainingê dikin û jinan derdixin ji derveyî qada civakî û tundiya laşî jî di nav de deriyê mekanîzmaya gelek tundkariyan û fişaran vedikin. Em hin caran rê û rêbazên entelektuelî jî bi kar tînin…
Ji ber ku têgeh nû ketiye nava lîteraturê, dibe serî hinekî tev li hev bibin û hin pêwîstî bi mînakên berbiçav hebin. Bi destûra we ez dixwazin behsa nivîsa beriya vê nivîsa xwe bikim ku bi navê “Ehmeqiya Çêkirî” hatibû weşandin. Ez ê behsa wî tiştî bikim ku bê çawa mirov mêrsplainingê mersplaining dike.
Mêrsplaining?
“Dibêjin wê zekaya çêkirî serwerî her tiştî bibe. Zekaya çêkirî wê bikaribe her tiştî bike lê wê nikaribe tundiyê li jinan bike”.
Di serî de em xebera ne xweş bibêjin: Zekaya çêkirî bi qasî ku tê gotin ne bêguneh e ku Saçintiyî di nivîsa xwe de îdia dike ku wê di dahatûyê de serwerî het diştî bibe.
Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) a derbasbûyî Amazon, zirşîrketa mezin a elekrtonîk a DYAyî programa xwe ya zekaya çêkirî betal kiriye. Amazonê ji bo wî karî program dabû dest pê kirin ku kesên dixwestin li şîrketê kar bikin wê ji hêla zekaya çêkirî ve bihatana hilbijartin. Sedema betalkirinê jî ew bû ku zekaya çêkirî cidaxwazî li jinan kiriye.
Derketiye holê ku sîstem jinên namzet ji nedîtî ve hatiye ku lêkolîn li ser kurtejiyana xebatkarên şîrketê û kesên ji bo karî serî lê dane kiriye. Sîstemê di vê lêkolînê de li 50 hezar miftepeyvan nêriye û 500 modelên cuda yên qebûlkirina karî pêşniyar kiriye.
Digel temîrkirinê jî sîstem hatiye betalkirin.
Ji rojnameya Haberturkê ayşe Ozbek Karasûyê bi bîr xistiye, li gorî wê, zayendperestiya zekaya çêkirî ne bi zirşîrketa cîhanê ya kirîn û firotinê re sînordar e.
Alex Shams li Zanîngeha Chicagoyê doktoraya antropolojiyê dike. Bi eslê xwe ji Îraniyê ye lê Amerîkanî ye. Shamsî ferq kiriye ku dema “Google Translate” a serwerî 103 zimanan e, dema ji tirkî wergerê ji bo ingilîzî dike, pîşeyên di çavên civakê de xwedî cihekî erênî ne weke pîşeyên mêran nîşan dide. Dema cînavka “O”yê (Ew) ya tirkî bi rengdêr an jî bi pîşeyekî re tê bikaranîn, tê dîtin ku gelekî encamên cidaxwaz derdikevin holê. Gotina “O Çalışkan” (Ew zîrek e) weke “He is hardworking” yanî bi cînavka ji bo mêran, gotina “O tembel” (Ew tiral e) jî weke “She is lazy” yanî bi cînavka jinan werdigerîne. Jin xweşik, mêr nexweşik, jin newêrek, mêr wêrek jin nebextewer, mêr bexweter û bi vî awayî wergerê dike.
Heta motora lêgerînê ya Linkedlnê jî navên jinan dernaxe lê yên mêran derdixe.
Rewşeke weke vê di nûçeya Artıgerçekê de hatiye ragihandin; di lêkolîneke ku Zanîngeha Princetonê kiriye de, ew erk dane zekayên çêkirê ku bi algorîtmaya GloVeyê peyvan li hev bînin. Zekayên çêkirî di halê xwe de hiştine û ew jî ji bo zimanê mirovan fam bikim, metnên online bi kar anî ne.
Ji bo sazkirina GloVeyê databasa Common Crawlê hatiye bi kar anîn ku xwediyê lîsteya 840 milyar gotinên tevlihev bûye. Di vê databasê de hatiye dîtin ku gotinên “jin” û “mê^” li gel gotinên bi karên malê re têkildar, yên “mêr” û “nêr” jî bi gotinên zekaya matematîkî û endezyarî re têkildar hatine bikaranîn.
Gelo zekaya çêkirî çima vî tiştî dike?
Dîsa li gorî nûçeya malpera Artı Gerçekê ku ji The Guardianê ragihandiye, Joanna Bryson pispora computeran a ji Zanîngeha Bathê bersiva vê pirsê wiha dide:
“Gelek kes dibêjin, ev dide xuyakirin ku zekaya çêkirî pêşdaraz e. Na. Ev dide xuyakirin ku em pêşdaraz in û zekaya çêkirî ji me fêr dibe”.
Di mînaka jor de navê du şîrketan heye ku yek ji wan Google-e. Li gorî hejmarên 2018ê di Google-ê de ji sedî 69,1ê xebatkaran mêr in.
Li Google-a ku gelek xort û qîz dixwazin lê kar bikin, ji ber tacîzên cinsî û polîtîkayên newekheviyê yên li ser hempîşeyên wan ên jin, meha borî gelek xebatkaran li qada cîhanê çalakî kirine. Di dema vê çalakiyê de dest ji kar berdane.
Piştî di rojnameya New York Timesê de gotarek hatiye weşandin ev xwenîşandan çêbûne. Rojnameyê bi belgeyan aşkere kiriye ku rêveberê mêr ê payebilind ê ku ji ber tohmeta tacîza cinsî ji kar hatiye derxistin, digel ku zerûriyeteke wiha nebe jî bi milyonan tazmînat standiye.
Jef Bezos dewlementirîn mirovê li cîhanê ye û xwediyê Amazonê ye. Li Amazonê rewş wiha ye: “Ji sedî 73 xebatkarên profesyonel mêr in, ji sedî 78ê rêveberên payebilind û midur jî dîsa mêr in. 10 kes hene ku rasterast li şîrketê raporan pêşkêşî Jeff Bezosî dikin. ji bilî Beth Galetti, dîrektorê têkiliya bi xebatkaran re, yên din hemû jî çermspî û mêr in.
Li gorî rapora Amazon’s Unfair Deal of the Day ê, tenê li beşekî Amazonê hejmara jinan nêzîkî ya mêran e. Ew jî beşa kedkaran a ku karên giran dikin û beşa xizmetkaran e. Li vî beşî ji sedî 65 mêr, ji sedî 45 jin kar dikin.
Di şîrketên din ên informasyonê de rewş ji vê ne gelekî cihê ye. Li Apple-ê rêjeya jinên di asta bilind de kar dikin ji sedî 19 ye. Li CISCO û Facebookê ev rêje ji sedî 30 e.
Di şîrketên ku li Tirkiyeyê jî kar dikin, newekheviyeke mezintir heye. Li gorî lêkolîna TUİKê, li gorî daneyên sala 2016ê, li şîrketan di asta payebilind û ya navîn de, ji sedî 16,7 jin kar dikin.*** Lê tenê ji sedî 12 CEO jin in. Tenê ji sedî 19,3 jin di 10 beşên endezyariya comtuperê de dest bi perwerdeyê kirine ku ev beş programçêkerên zekaya çêkirî perwerde dike.
Bi kurtasî, patronên mêr dihêle midûrên mêr dest bi kar bikin, li jêr van midûrên mêr jî programçêkerên mêr kar dikin. Zekaya çêker ji hêla van programçêkerên mêr ve tê sêwirandin. Li gorî vê rewşê em dikarin zekaya çêker ji zayendperestiyê berî bibînin…
Baş e, lê paşê?
Gelo sibê şoreşeke sosyalîst çêbibe, yan jî em ber bi civaka koçberan ve bi paş de biçin, gelo em ê wan mafên jinan li wan vegerînin ku bi rêya semyanê me ji dest wan derxistiye û bi rêya kapîtalîzmê me ev rewş qayîmtir kiriye? Ez nizanim.
Lê rewşa heyî ne weke ku Saçintiyî dibêje. Yanî tundkariya laşî û ya hestyarî ya li ser jinan û tacîza cinsî bi bilindbûna meqamî re nayê astengkirin.
Li gorî encamên “Rapora Lêkolînê ya Di Têkiliya Nêzîk De Bandora Tundkariyê li Xebatkarên Jin ên Berstûk Spî û Kargehan”, ji sedî 75ê xebatkarên jin ên berstûk spî herî kêm carekê rastî cureyekî tundkariyê hatine ku gelek ji wan zanîngeh qedandine. Ji sedî 40ê xebatkaran rastî tundkariya psîkolojîk-hestyarî, ji sedî 35 rastî tundkariya civakî, ji sedî 17 rastî tundkariya ekonomîk û ji sedî 8 jî rastî tundkariya laşî hatine.
Baş e, lê yên herî payebilind?
Mufit Can Saçinti di nivîsa xwe ya bi navê “Ehmeqiya Çêkirî” de vê pirsê li xwendekarên xwe dike:
“Ma gelo we bihîstiye ku xebatkarekî mêr mobîng, tacîz an jî tundkarî li Guler Sabanci yan jî Leyla Alatonê kiriye?”
Bersivê jî ew bi xwe dide: “Na”.
Em gotina Rothmanê bibîr bînin: “Zanyariya kesê ku behsa mijarekê dike, ji zanyariyên guhdarî/ê kêmtir e lê bêyî guhê xwe bide vê rastiyê di axavtina xwe de berdewam dike û bi giştî mêr li janan dikin vî tiştî”.
Niha em guh bidin Leyla Alatonê:
Not: Dotmama min Emel piştî ji cîrantiya me çûn, dest bi karê wênekêşiyê kir. Niha di nav fotograferên navdar ên Tirkiyeyê de ye. Serê sibê dîsa li me guhdar dike. (CT/HK/FD)
*Malpera 5harfliler ji bo mansplaininga ingilîzî, di tirkî de peyva açüklema bi kar anî ye. malperê di peyva açıklama ya tirkî de guhertin çêkiriye û gotina çük xistiye nava peyvê. Çük di tirkî de tê wateya bilik ango kîr. Ji ber vê jî me dest ew peyva resen a tirkî neda.
**Mêrsplaining: Di ingilîzi de ji gotina man (mêr) û splaining (ravekirin, îzahkirin) pêk hatiye. Tê wateya ku "mêrek jinekê kêm bibîne û xwe li ser serê wê mezin bike û behsa tiştan bike". Lily Rothman a ji Kovara The Atlanticê mansplainingê wiha rave dike: "Zanyariya kesê ku behsa mijarekê dike, ji zanyariyên guhdarî/ê kêmtir e lê bêyî guhê xwe bide vê rastiyê di axavtina xwe de berdewam dike û bi giştî mêr li janan dikin vî tiştî". Rebecca Solnit nivîskara feminîst vê meseleyê bi gotina, "hevbirîna bixwebaweriya zêde û nezaniyê ye" rave kiriye. Me jî li şûna mansplainingê gotina mêrsplaining bi kar anî.
Gazeteci, radyocu ve iklim aktivisti. İstanbul Bilgi Üniversitesi Sosyoloji Bölümünü 2010 yılında tamamladı. Halen aynı üniversitede Medya ve İletişim Sistemleri programında yüksek lisans eğitimini sürdürüyor....
Gazeteci, radyocu ve iklim aktivisti. İstanbul Bilgi Üniversitesi Sosyoloji Bölümünü 2010 yılında tamamladı. Halen aynı üniversitede Medya ve İletişim Sistemleri programında yüksek lisans eğitimini sürdürüyor. 2012-2019 döneminde Açık Radyo'nun Açık Gazete programında çalıştı. İklim aktivisti Can Tonbil hakkında mobbing ve taciz ifşası
Li Macarîstanê Meşên Rûmetê hatibe qedekirin jî berxwedan didome
Komîteya Rûmetê ya Budapeşteyê aşkere kir ku tevî qedexekirina Meşa Rûmetê ya ji aliyê hikûmeta Viktor Orbán ve, ew ê têbikoşin ku di meha Hezîranê de meşê li dar bixin.
Ji xwenîşandanên li Macarîstanê piştî ku Meşa Rûmetê hate qedexekirin, Fotograf: Anita Komuves
Meşên Rûmetê yên ku ev 30 sal in li Macarîstanê tên lidarxistin, di dengdana meclîsê ya ku di 18ê Adara 2025an de hat kirin de hatin qedexekirin. Serokwezîr Viktor Orbán û partiya wî ya rastgir Fidesz di çarçoveya qanûna "parastina zarokan" de kesên LGBTI+ krîmînalîze kirin.
Komîteya Rûmetê ya Budapeşteyê ji bianetê re behsa qedexeyan û çawaniya rêkxistina pêvajoyê kir. Komîteyê diyar kir ku ew ê Meşa Rûmetê ya ku wê di meha Hezîranê de bê lidarxistin çi bibe jî pêk bînin û wiha got:
"Em planên xwe yên orjînal didomin û dê di 28ê Hezîranê de meşek organîze bikin. Ev meş wê di roja salvegera Serhildana Stonewallê de pêk were û ev jî ji bo me sembol e. Em ji Komîteya Helsinkî ya Macarîstanê û TASZ (Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Macarîstanê) alîkariya hiqûqî distînin û heke polîs destûr nede meşa me an protestoyê em amade ne ku doza xwe bibin dadgehê."
Serhildana Stonewallê, xwenîşandanek û çalakiyên berxwedanê ye ku di 28ê Hezîrana 1969an de piştî êrîşa polîsan a li ser barek gayan(hevzayendan) a bi navê Stonewall Inn li eyaleta New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dest pê kir. Serhildan wekî yekem berxwedana diyarkirî ye di dîroka Dewletên Yekbûyî de tê zanîn ku li dijî pergalek ku ji hêla nasnameya zayendî û meyla wan ya zayendî ve kêmneteweyan tepeser dike.
"Em ji gelek cihan piştgiriyê digirin"
Komîteyê destnîşan kir ku welatiyên Macaristanê jî piştgirî didin LGBTI+yan û got:
"Gel ne tenê ji bo Meşa Rûmetê, ji bo mafên hemû mirovan ên protestoyî û kombûna li qadên giştî têdikoşin û dimeşin. Em ji raya giştî ya navneteweyî jî piştgiriyê digirin. Li Dublin, Mîlano, Barcelona, Parîs, Kopenhag, Prag û Viyanayê çalakiyên protestoyî yên têkildarî qedexeyê hatin lidarxistin an jî hê jî tên lidarxistin."
Komîteyê destnîşan kir ku ew di çalakiyan de zayendparêziyê, nîjadperestî, transfobî û gotinê nefretê ti carî qebûl nakin û civaka LGBTI+yab xwedî pêkhateyeke berfireh e.
Di derbarê hikûmeta Orbán de
Viktor Orbán ji serdema xwe ya duyemîn a serokwezîriyê ve ku di sala 2010an de dest pê kir, bi polîtîkayên xwe yên li dijî koçberiyê tê naskirin. Wek mînak sînorên Macarîstanê yê bi Sirbistanê re bi telan girt. Her weha weke serokek populîst ê rastgir tê zanîn. Serokwezîr diyar kir ku STKyên ku ji derve pere distînin ajan in û ji nişka ve zext li xebatên wan kir û kir bin kontrole.
Hukumeta Orban piştî ku rewşa awarte ragihand, pandemiya COVID-19ê weke hêcet nişan da û dest danîn ser beşek girîng ji dahatên şaredariyên muxalif. ku Di heman salê de, wî qanûnek têkildarî LGBTI+yan derxist ku bernameyên perwerdehiya zayendî li dibistanan qedexe kir.
Piştî ku Dadgeha Cezê ya Navneteweyî (UCM) di 21ê Mijdara 2024an de ragihand ku "ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li Xezeyê hatine kirin" ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryara girtinê derxist, Orban têkiliyên xwe yên dostaniyê yên bi Îsraîlê re xurt kir û ji Dadgeha Cezayê Giran derket.
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Adarê de bi kêmanî 24 jin û 10 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Adarê de ji bo mirinên 42 jinan û 9 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 59 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 15 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 20 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Adarê de 56 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Li Bûrsayê jinekê mafê xwe yê xweparastinê bikar anî û hevserê xwe yê ku li dijî wê û zarokên wê tundî dikir kuşt.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Amasya (1), Antalya (5), Dîlok (1), Aydın (2), Balıkesir (1), Bursa (3), Çorum (1), Denizli (2), Amed (1), Edirne (2), Eskişehir (2), Hatay (1), Stenbol (1), İzmir (1), Karaman (1), Konya (1), Manisa (2), Mêrdîn (1), Mereş (1), Muğla (2), Ordu (1), Sakarya (2), Samsun (1), Şirnex (1), Tekirdağ (1), Trabzon (1), Riha (1), Uşak (1), Zonguldak (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Adana (1), Aksaray (1), Ankara (1), Denizli (1), Düzce (1), Konya (1), Kütahya (1), Sêrt (1), Riha (1).
Li Aydinê jinek bi navê Meltem M.(35) li ber wesayitê bi awayekî hat dîtin ku çekê kuştin e. Li cihê bûyerê bi giştî 13 guleyên teqandî hatine dîtin. Lêpirsîn hat destpêkirin. Têkildarî bûyerê hevjînê wê R.M.(40) û kesên bi navê T.A.(40), B.G.(38), F.Ö.(42) û M.D. hatin desteserkirin.
Kuştin
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 24 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar dîsa 24 bû. Her weha mêran, du mêrên ku li gel jinan bûne jî kuştin.
Digel biryara parastinê mêran herî kêm sê jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Adarê de kuştin
Cansever S., Damla Bakiler, Dilan A., Fatma Kara, Fatma Y., Fikriye A., Fikriye Turgut, Gülnur A., Halime A., Hatice Göktaş, Hatice Kış, Havva A., Havva Y., Merve Nur Yararlık, Nazan Deniz Bakiler, Nesibe E., Nesrin P., Ö.K., Sabriye Törköz, Sevcan Demir S., Sevcan Y., Sultan U., Şeyma Gökçe, Valentina Gurgenadze.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Agirî (1), Ankara (1), Dîlok (1), Antalya (1), Aydın (2), Çorum (1), Amed (3), Stenbol (4), İzmir (2), Karaman (1), Konya (1), Kütahya (1), Mersin (1), Samsun (1), Şirnex (1), Tekirdağ (1), Uşak (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 9 jin, ji ber xespê du jin û ji ber hesûdiyê jî jinekê kuştin e. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 12 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 16 jin, endamên malbatê yên weke bav û zavayê berê 4 jin kuştine. Jinekê cîranê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka sê mêrên ku du jin kuştine nas e an ne nas e.
Mêran 19 jin li nava malan, 5 jin jî li qadên derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber 17 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 3 jin kuştine. Mêran, jinekê bi fetisandinê, du jin bi lêdanê û jinekê jî li şaneşînê avêtiye xwarê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 25 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 12 faîl hatin girtin. 6 faîl hatin desteserkirin. 6 faîlan xwe kuştin. Faîlek jî reviye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Adarê de herî kêm 10 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 3 bû.
Mêran 6 zarok bi çekên guleber, 4 zarok jî bi amûrên birînê kuştin.
Zarokek hevalê wê/wî, sê zarok bavê wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 6 zarok kuştine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Adana (2), Dîlok (1), İstanbul (6), Tokat (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Abel Karademir, Ahmer D. Murat D., Berkay M., Berat Çimenli, Hüseyin Asil, K.C.A., Mehmet Bulut, R.A., R.E.A.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 7 faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek revî û 3 faîl hatin girtin. Faîlek reviye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Tacîz
Mêran di meha Adara 2025an de herî kêm tacîz li 20 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 8 bû. Ji jinên ku mêran tacîz kiriye jê yek geştiyara Îngilîstanî bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li 19 jinan kirine. Mêran li nava malan 19 jin tacîz kirine.
Jinekê karmendê şaredariyê, jinekê hevalê wê, jinekê hemşîreyê mêr, jinekê destgirtiyê wê, jinekê polis, jinekê seyaq, jinekê jî mûavîn ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 12 jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Adana (1), Antalya (1), Bursa (1), Amed (1), Stenbol (9), İzmir (1), Mêrdîn (1), Sakarya (1), Zonguldak (4).
Pêvajoya hiqûqî
18 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê 3 hatin girtin û 3 jî hatin desteserkirin. Derbarê 8 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 4 faîlan nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Adarê de îstîsmar bi kêmanî li 15 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 15 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, qursa quranê, salona werzişê îstismar li 10 zarokan kirine. 5 zarok jî li nava malan îstismar kirine.
Sê zarok karmendê dewletê, du zarok xizmê wan, du zarok dersdêrê wan, du zarok jî psîkologê wan ew îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka 7 mêrê ku îstismar li 6 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Burdur (3), İstanbul (5), Kastamonu (1), Kocaeli (2), Muğla (1), Zonguldak (3).
Pajêvoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Tenê 5 faîl hatin girtin. Du faîl serbest hatin berdan. Du faîl hatin desteserkirin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Adara 2025an de mêran tecawiz li du jinan kirine.
Jinekê polis, jinekê jî hevalê wê tecawiz lê kiriye.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kirine
Stenbol(2)
Pajêvoya hiqûqî
Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin û faîlek jî serbest hat berdan.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 59 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 43 bû. Di nava jinên ku mêran tûndkarî lê kirine de trans jî hebûn. Her weha di nava faîlan de polis jî hene.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 36 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. 9 jin xizmên wan ên mêr ew birîndar kirine. Çar jin esnafan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên ku herî kêm 10 jin birîndar kirine nas in an ne nas in.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 8 jin birîndar kirin. Mêran li ser medyaya civakî tûndkarî li jinekê kir. Ji ber ku pisîk xwedî kiriye mêran jinek birîndar kiriye. Her weha ji ber hesûdiyê li sê jinan dane û ew birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 46 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 49 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan sê jin û bi çekên guleber çar jin birîndar kirin. Mêran bi rêya medyaya civakî tûndkarî li jinekê kiriye. Her weha mêran sotemenî li rûyê jinekê reşandiye û jinekê jî şewitandiye.
Mêran li nava malan 42 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 15 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (3), Antalya (1), Bursa (2), Çanakkale (1), Çorum (1), Amed (3), Düzce (1), Edirne (17), Stenbol (17), İzmir (3), Kocaeli (1), Konya (3), Muğla (1), Sakarya (1), Samsun (3), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
53 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 13 faîl hatin girtin. Derbarê 14 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 13 faîl hatin desteserkirin. Du faîl hatin kuştin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 11 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 56 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 110 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Tevahiya jinên ku karkeriya seksê lê hat ferzkirin welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (30), Çanakkale (6), Tekirdağ (20)
Pêvajoya hiqûqî
23 faîl hebûn. Tenê 8 hatin girtin. 12 faîl hatin desteserkirin. 3 faîl hatin berdan.
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de...
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de yerel gazetelerde çalıştı. Sivil Sayfalar, Yeşil Gazete, Journo ve sektör dergileri için yazılar yazdı, haberleri yayınlandı. Hemşin kültür dergisi GOR’un kurucu yazarlarından. Yeşilden Maviye Karadenizden Kadın Portreleri, Sırtında Sepeti, Medya ve Yalanlar isimli kitaplara katkı sundu. Musa Anter Gazetecilik (2011) ve Türkiye Psikiyatri Derneği (2024) en iyi haber ödülü sahibi. Türkiye Gazeteciler Sendikası Kadın ve LGBTİ+ Komisyonu kurucularından. Sendikanın İstanbul Şubesi yöneticilerinden (2023-2027). İstanbul Üniversitesi Avrupa Birliği ve Bilgi Üniversitesi Uluslararası İlişkiler bölümlerinden mezun. Toplumsal cinsiyet odaklı habercilik ve cinsiyet temelli şiddet haberciliği alanında atölyeler düzenliyor. Şubat 2025'den bu yana kadın haberleri editörü olarak çalışıyor.