Fotograf: AKP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryarnameya Hejmara 126an di Rojnameya Fermî de weşiyaye û ketiye meriyetê.
Li gorî vê Biryarnameyê, erkên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê bêhtir bûne. Wezaret yek ji berpirsên wêraniya mezin a erdhejên 6ê Sibatê dihate nîşandan.
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê, li cihên ku piştî erdhejê weke “herêmên karesatê” hatine diyarkirin, wê bikaribe hin cihan ji xwe ber diyar bike da ku mexdûrên erdhejê bikaribin demkî an jî daîmî li wir bimînin. Dema ev der diyar kirin wê lê binêra bê ka çiqasî dûrî xeta fayê ye, erda wê çiqas guncav e, çiqas nêzîkî cihên jîngehan e. Her weha wê erk û wezîfeya Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) a diyarkirina jîngehan jî ji nedîtî ve neyê. Wezaret piştî diyarkirina van xalan wê sazên pêwendîdar agahdar bike.
Dema ev der diyar kirin, hewce bike wê bikaribe qadên di Xala 16an a Qanûna Daristanan a Hejmar 6831ê de û Qanûna Mêrg û Çîmenan a Hejmar 4342yê de hatine nîşandan jî bikar bîne. Ango wê bikaribe ji bo vê avadaniyê, mêrg û çîmenan û daristanan jî bikar bîne. Ger hewce bike wê taybetmendiya wî cihî jixweber biguherîne û li ser navê Xezîneyê tomar bike û saziyên peywendîdar agahdar bike.
Dema ev cih qadeke ku li gorî Xala 16an a Qanûna Daristanan be, li şûna vî cihî wê erdeke li ser navê Xezîneyê tomarkirî bide Midûriyeta Giştî ya Daristanan. Lê divê ev dera ku wê bide Midûriyetê ji du qatên cihê dest danîne, ne kêmtir be. (TY/FD)