Ji bo nûçeya Tirkî
Gelek rojnameger îro li Ozgur Gundemê hatin cem hev. Di çarçoveya ji ber nobedariyê girtina Onderoglu, Nesin û Fincanci de daxuyandin ku hevgiriya wan a bi Ozgur Gundemê re wê zêdetir be.
Daxuyaniyê ji ETHAyê Arzu Demirê xwend û destnîşan kir ku zêdetirî 100 rojnameger ji bo nobedariyê amade ne.
Edîtorê Ozgur Gundemê Zana Kaya diyar kir ku girtina 3 rojnamegeran, êrişên li dijî rojnamegeriyê, mafê gihiştina agahiyê û demokrasiyê ye û got: ‘Ev êrişana bi hevgirtina rojnamegeran tê pûçkirin. Em îro li vir dibînin ku ew hevgirtin pêk hatiye. Em hêvîdar in. Em bi berxwedanê gihiştine îro û em ê bi hevgirtinê van êrişian jî bişkînin.’
Piştre nivîskara Cumhuriyetê Ayşe Yildiz, Berpirsê Weşana Agosê Yetvart Danzikyan, ji Halkin Nebziyê Îshak Karataş û ji Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Botan jî di civîna çapemeniyê de axivîn û girîngiya hevgirtinê anîn ziman.
Daxuyaniya ku Arzu Demirê xwend bi vî rengî ye:
‘Em hevgirtina xwe ya bi Ozgur Gundemê re didomînin.
Rojnamegerê ku xwedî li rûmeta pîşeyê xwe derdikeve û ‘parzavanên mafê mirovan ku dibêjin ‘Heta çapemenî azad nebe, civak jî azad nabe’ ji 31ê Gulanê vir ve bo hevgirtinê li Ozgur Gundemê nobeta weşanê digirin.
Lêbelê qedera kesên nobet girtin, bû weke qedera rojnameyê bi xwe. Kesên ji bo hevgirtinê nobet girtine re lêpirsîn hat vekirin û îdianame hat amadekirin.
Wan dîtin ku ji bo astengkirina hevgirtinê lêpirsînên vekirî têrî nekir; Onderoglu, Fincanci û Nesîn ku ji bo îfadedayînê hatibûn gazîkirin, sewqî dadgehê kirin û ew hatin girtin.
Em weke rojnameger ku me îmze jî daye; girtinên ku li dijî hiqûq, demokrasî û azadiya çapemeniyê ne şermezar dikin û bang dikin kuı bila ew kesana demildest serbest werin berdan.
Bi durişma ‘Rojnamegerî ne sûc e’ û ‘Azadiya çapemeniyê ji her kesî re pêwist e’ em radigihînin ku hevgiriyên Ozgur Gundemê ne û em amade ne ku wezîfeya nobetgirtinê pêk bînin.
Em dizanin ku xwedîderketina bo xebat û rastiyan bi hevgirtinê pêk tê.
‘Em pêbawer in ku rûmeta xebatên me wê zext û zordartiyan têk bibe.’
(ÇT/YO)