Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça du dersdêr in ku 141 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ew ji karê wan hatine avêtin dibêjin “em karê xwe dixwazin.” Piştî herdu dersdêr ketîn grevê ew hatin girtin û li girtîgehê greva xwe didomînin.
DMMEyê xwest bijîşk wan kontrol bikin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwest, bijîşk Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakçayî kontrol bikin.
Li ser vê mijarê yek ji birêvebirên Jora Bijîşkan a Enqereyê, Dr. Onur Nacî Karahanî got ji bo wan destûr nehatiye dayin ku ew jî girtîyan kontrol bikin lê bi daxwaza DMME girtî hatine kontrolkirin.
Parêzerên Gûlmen û Ozakçayî eşkere kirin ku agahiyên berfireh dê paşê bêne dayin.(EKN/MB)