Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Gazîemîra Îzmîrê bi çekan êrişî wesayîta Hayrûllah Elîgul, Serokê ÎHFê kirine. Her weha wesayîta Elîgulî parkirî bûye.
Êriş, li kolana 514an a Taxa Beyazevlera di saet 03.00ê sibehê de pêk hatiye. Di êrişê de mir û brîndar çênebûye. Kes ango kesên ku êriş pêkaniye, li cihê buyerê bi wesayitê reviya ne.
Li piştî gilî kirinê, polîs hatine cîhê bûyerê. Ekîbên Lêkolînê yên Cîhê Bûyeran jî lêkolînên xwe kirine. Her weha ekîbên polîsan kamerayên ewlekariyê yên derdorê ji bo kontrolkirinê girtine bin lêkolîne.
Piştî erişê Elîgulî ji bo îfade dayînê çûye Emnîyetê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome. (TP/AY/FD)