Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kanîreşa Çewlikê êrişa çekdarî pêk hatiye.
Êriş, şeva berê di saet derdora 02.00an de pêk hatiye û êrişkar du gule li avahiya partiyê reşandiye.
Hatiye zanîn ku di encama êrişê de her du gule jî li nava avahiya partiyê ketine.
Li ser vê yekê HDPî destê sibehê hatine ber avahiya partiyê û hêj li wir sekinandîne. Her weha êrişkarê bi navê Tanju Bîngol hatiye desteserkirin.
Têkildarî mijarê Hevesrokê HDPa Kanîreşê Yilmaz Bulbul bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye: “Di nîvêşevê de li dijî avahiya partiya me êrişeke çekdarî hatiye kirin û 2 gule li nava avahiyê ketine. Em vê êrişê şermezar dikin. Em ê têkildarî êrişê gilî bikin.”(TY/AY)