Fotograf: MA
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acarî ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1ê ya Sîncanê nameyek şandiye û tê de behsa şert û mercên girtîgehê û girtiyan kiriye. Acarî di nameya xwe de behsa gelek pirsgirêkan kiriye ku şandin û wergirtina nameyan, kirîn û bidestxistina kelûpelên xwarinê, cil û berg, wergirtina pirtûkan, mafê dermanbûnê û hinekên din di nava wan de ne.
Di 20ê Çiriya Pêşiyê de polîsan li 9 bajaran avêtibûn ser ofîsên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê û rojnamegerên li van herdu ajansan kar dikin. 12 rojnameger desteser kiribûn. Nûçegîhana Jinnewsê Derya Ren, ji ber ku di dosyayeke din de cezayê lê hatibû birîn, pesend bûbû, yekser girtin û şandin girtîgehê. Her weha rojnameger Zemo Aggoz, ji ber ku pitika wê ya 48 rojî hebû, bi şertê kontrola edlî serbest bû. Midûra Nûçeyan a MAyê Dîren Yûrtsever, nûçegîhan Emrûllah Acar, Bêrîvan Altan, Selman Guleryuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînli î Hakan Yalçin, nûçegîhanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Erenar hatibûn girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Acarî di nameya xwe de behsa astengkirina nameyên bi kurdî û pirtûkan kiriye û gotiye ku "Zexta li ser zimanê kurdî didome û name û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn."
Acarî di nameya xwe de behsa van tiştan kiriye:
Astengkirina nameyên bi kurdî û pirtûkan
"Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê zexta li ser zimanê kurdî didome û name û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Girtiyên kurd ên ku ji bilî kurdî bi tu zimanên din nizanin jî ji mafê nameyê bêpar tên hiştin. Li ser îtîraza girtiyan, ev binpêkirin di 20ê îlonê de weke binpêkirin hatibû qebûlkirin lê belê dîsa jî ev astengî ji holê nehat rakirin. Lewma jî girtî amadekariyan dikin ku bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.
"Ji ber sepanên rêveberiya girtîgehê, girtî ji hêla aboriyê ve pirsgirêkan dijîn. Girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hewl dide bi têkbirina aboriya wan re wan teslîm bigire. Alav û amûrên girtiyên ku bi xwe re ji girtîgehên din anîn, jê re nayên dayîn. Lewma girtî neçar dimînin ku alavên nû bikirin. Stûmal, sol, sandalet, gore û hwd. ên girtiyan tên desteserkirin. Ev alavên ku rêveberiya girtîgehê dest danîne ser, li kantînê bi bihayeke giran tên firotin. Îtîrazên girtiyan ên li dijî vê sepanê jî bêbersiv tên hiştin. Her wiha wêneyên girtiyan ên ku tê de cilên kurdî li xwe kirine û nîşaneya serkeftinê kirine jî nadin wan.
"Televîzyon, sarinc, semawer û tiştên din ên ku girtiyên hatine sewqkirin û bi xwe re anîne jî nayên dayîn û diavêjin depoyan. Li girtiyan tê ferzkirin ku van alavên xwe bexş bikin.
"Bihayê kelûpelên kantînê zêde ye"
"Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên girtîgehê jî xwarin e. Di taştê de tenê îskaneneke çayê, pakêteke rîçalê ya biçûk, qetikeke şekirê û bacanek tê dayîn. Di firavîn û şîvê de jî pir kêm xwarin tê dayîn. Kesên ku ev demeke dirêj e li girtîgehê dimînin, dibêjin ku beriya niha xwarinên girtîgehê paqij bûn û gelek xwarin dihat dayîn lê belê di demên dawî de xwarin nebaş bûye. Ji ber ku bihayê tiştan giran e, girtî nikarin ji kantînê ji bo xwe tiştan bikirin. Kaxizê kalk li kantînê nayê firotin û alavên paqijiyê yên şexsî jî yên marqeyên bihayê wan giran in. Di heman demê de hefteyê carekê li kantînê fêkî tê firotin ew jî tenê cureyeke fêkî ye.
"Di mijdara 2022an de bihayê 1 kWhê ceyranê ji bo malan 1,98 TL, ji bo kargehan 3,27 û ji bo girtîgehan jî 5,5 TL e. Her girtiyek mehê herî kêm 200 TL pereyê ceyranê dide. Fatûre jî ji hesabên girtiyan tên nivîsandin. Mafê îtîrazê ya li dijî fatûre û sepanê nadin girtiyan.
"Name tên astengkirin"
"Di dema şandin û standina kargoyê de jî girtî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Dema APS a bitaahhûd (Servîsa postayê ya bilez) an jî faks tên şandin, nivîsa wergirtina nameyan, nadin girtiyan. Lewma jî girtî nizanin bê ka kargo û nameyên wan hatine şandin an na. Ji îtîrazên bo vê rewşê tên kirin jî encamek jê nayê girtin.
"Rêveberiya girtîgehê, destûrê nade ku girtiyên di heman girtîgehê de ji hev re postayê bişînin. Girtî dixwazin ji hevalên li kêleka xwe re nameyan bişînin lê tê ferzkirin ku pulan bikirin. Van nameyên girtiyan jî didin postayê û piştî lêkolîna bi heman didome radestî xwediyê wê tê kirin.
"Mehê tenê 2 pirtûkan didin"
"Rêveberiya girtîgehê pirtûkên tên şandin tenê bi 20 pirtûkan sînor kiriye. Ev pirtûk jî demeke dirêj tên lêkolînkirin û piştre didin girtiyan. Girtî dikarin mehê tenê 2 ji van 20 pirtûkan bigirin. Jixwe pirtûkên ku weşanxane ji girtîgehê re dişînin qet nagirin girtîgehê û girtiyan neçar dikin ku pirtûkan bi pereyên xwe bikirin.
"Li girtîgehê radyo qedexe ye û tenê Rojnameya BîrGunê didin girtiyan. Tevî daxwazên girtiyan jî, rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nayên dayîn. Di televîzyonên ku bi bihayê 3 hezar TLyan li kantînê tên firotin jî tenê dikarin kanalên nêzî desthilatdariyê bên temaşekirin.
"Tevahiya girtiyên li girtîgehê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Ji serê sibehê heta êvarê jî girtî ji mafê derketina hewadariyê bêpar tên hiştin. Dikarin bi tenêya serê xwe rojê saetekê derkevin hewadariyê.
"Polîtîkaya cuntaya 12ê Îlonê ya 'tevlihev bike, li hev bîne' li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê jî di meriyetê de ye. Girtiyên PKKyî, yên di çarçoveya rêxistina Cemaetê de hatine girtin û girtiyên edlî li heman blokê tên ragirtin. Daxwaznameyên girtiyan ên li dijî vê sepanê jî tên redkirin.
"Mafê dermankirinê tê astengkirin"
"Mafê dermankirinê yê girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê tê binpêkirin. Gelek girtiyên ku pirsgirêka diranan dijîn, bi mehaye nikarin randevuyê bigirin. Girtiyên ku dixwazin bi awayekî lezgîn biçin revîrê, neçar dimînin ku gelek caran serlêdanan bikin. Li revîrê jî kursiyeke ku girtî bikarin li ser rûnin jî tune ye. Ji ber sersariya bijîşk, girtiyên ku dixwazin biçin nexweşxaneyê jî nayên sewqkirin. Têkildarî mijarê girtiyan serî li Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) dan lê tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê mafê tenduristiyê yê girtiyan binpê dike." (FD)