Fotograf: AA
Li Kabûlê, paytexta Efxanistanê, êrîş li dijî karwana Amrûllah Salih, Alîkarê Yekem ê Serokomarê Efxanistanê Amrullah pêk hatiye. Salih di encama êrîşê de ji destê xwe birîndar bûye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, Tarik Aryen, Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî daye çapemeniyê û diyar kiriye ku, wesayîta fermî ya Salihî, wexta ji herêma Taîmaniya Kabulê derbas dibû, rastî êrîşê hatiye.
Aryenî gotiye, Salih ji destê xwe birîndar bûye û li gor zanyariyên ewilî 2 kes mirine, 12 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyê din va Amrûllah Salihî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandiye ku, “Ez di êrîşê de ji destê xwe birîndar bmû û êrîşên bi vî rengî wê ji têkoşîna me re nebin asteng."
Heta niha kesî berpirsiyariya êrîşê hilnedaye ser xwe. (FD)