Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li ber deriyê Dadgeha Izmîrê teqîn çêbû. Gelek ambûlans ber bi cihê bûyerê ve diçin.
Siet: 17:30 - Polîsek û xebatkarekê dadgehê miriye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, du êrîşkar li cihê bûyerê hatine kuştin û êrîşkarek reviyaye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) sê kes birîndar bûne.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan çêkirina nûçeyan qedexe kir.
Serokê BAROya Izmîrê, Aydin Ozcan ji CNN Turkê re axivî û got:
“Ji beriya çend rojan dihat nivîsîn, ‘çima li Izmîrê teqîn çênabin.’ Me gilî kiribû. Em gelek xemgîn in. Ti kes nemirîne. Em silametiyê ji welatiyên birîndar re dixwazin.”
Waliyê Izmîrê: Em difikirin ku PKKyê kiriye
"Dema ku wesayitek li ber deriyê dadgehê re derbas dibû, karmendî xwestiye tirimbêlê bisekinîne û şer derketiye. Dema ku terorîst reviyane wan wesayit teqandiye. Mixabin polîsekê me û mibaşirek miriye. 5 welatiyên me birîndar in. Li nik wan du keleşkof RPG 7ek û 8 mîtralyoz hebûn."
"Rewşa Birîndaran baş e"
Bînalî Yildirimê serokwezîr digel wezîrê karên navxweyî Sûleyman Soylû û wezîrê saxlemiyê Recep Akdag li Balafirgeha Adnan Menderesî ya Izmîrê daxuyaniyek da.
Duhî, siet 16:15ê êrîşeka bi bombeyan li ser Dadgeha Izmîrê hat kirin. Di êrîşê de polîsekê bi navê Fethi Sekin û karmendê dadgehê Musa Can miribûn.
Serokwezîrî eşkere kir ku rewşa neh birîndarên di nexweşxaneyan de baş e.
Yildirimî da zanîn delîlên wê yekê dîyar dikin hene ku PKKyê ev êrîş kiriye.
"Bila welatiyên me şeklê jiyana xwe ya rojane neguherin heke vê yekê bikin dê xizmetê ji rêxistinên terorî re bikin.
Waliyê Izmîrê: "Xwesar hindik e"
Waliyê Izmîrê Erol Ayyildizî goti:
"Me xwe bi xwesareka hindik ji êrîşê xelas kir lê dilê me şewitî. Bila ji me hemiyan re silametî be. Bi xêra hewildan û bala hêzên parastinê me karî em xwe bi xwesareka hindik xelas bikin."
(NV/MB)
Wêne: Twîtter