Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bi biryara Dadgeha Amedê parlamentera HDPyê, Leyla Zana serbest hat berdan.
Çi bûbû?
Polîsan parlamentera HDPyê, Leyla Zana li Amedê desteser kir.
Serdozgeriya Amedê li ser Zanayê lêpirsînek vekiribû.
Polîsan dema Leyla Zana ji Farqînê diçû Amedê ew desteser kiribû.
12 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Parlementerê Amedê û Serokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken jî di 30ê Çileyê de hat tehliyekirin.
Herî dawî Parlementera Edeneyê ya HDPê Meral Daniş Beşdaş di 31ê Çileyê de hat girtin.
Piştî girtina Daniş Beştaş, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 11.
(ÇT/MB)