Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 19. a Enqereyê biryar daye ku divê serokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demirtaş di girtîgehê de bimîne.
Yek ji endamên dîwana dadkirinê diyar kiriye ku divê Demirtaş bê tehliyekirin lê bi piraniya dengên endamên dîwana dadkirinê ew daxwaz hatiye redkirin.
Demirtaşî diyar kiribû ku dadgeh nikare dozê bi awayekê adilane bi rê ve bibe ji ber wê xwestibû dadgereka/ê dî dozê bi rê ve bibe(Reddi Hakim, Tirkî) lê dîwana dadkirinê ev daxwaza wî jî qebûl nekiriye.
Rûniştinên dî yên ji bo dadkirinê dê di rojên 23, 24 û 25ê meha yekem(Kanûna Paşiyê) ya 2019ê bê kirin.
Bixwîne - DMME: Divê Tirkiye biryarê pêk bîne, Erdogan: Me eleqedar nake
Biryara tehliyekirina Demirtaşî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heman dadgehê red kiriye.
(AS/MB)