Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerên li Huriyetê dixebitin yek bi yek ji kar tên derxistin. Ji bo vê yekê protesto bikin Gurse Bîrsel û Naîm Dîlmenerî jî îstîfa kirine.
Li gorî agahîyên ji bianetê re hatine, ji rojnamegerên girêdayî Qanûna Karê Çapemenîyê ya Bi Hejamra 212ê ne û ji ber vê mehaneya xwe ji pêşin distînin re gotıine em ê mehaneya we nedin, divê hûn li benda tazmînatê bimînin.
Rojnamegerên ku do bi teblîgatê ji kar hatine derxistin û navê wan gihîştiye çapemenîyê ev in: Çınar Oskay, Sebati Karakurt, İpek Özbey, İpek Yezdani, Serkan Ocak, Aydin Durgun, Şebnem Turhan, Arda Akın, Emre Özpeynirci, Ceyhun Kuburlu, Ahmet Can Şit, Ece Emre, Deniz Türsen, Deniz Dallı, Levent Korkut, Aykan Kara, Hüseyin Kızılay.
Bîrsel û Dîlmenerî jî îstîfa kirine
Gurse Bîrsela nivîskara rojnameyê li ser Twitterê ragihandiye ku wê îstîfa kiriye.
Bîrselê peyama “Ez li vê derê radigihînim ku min biryara îstîfakirina ji Hurriyetê daye. Bila xwendevan biborin, bi hêvîya ku paşê em ê bi nivîsên nû hev bibînin. Silav ji herkesî re.” parve kiriye.
Nivîsakarê muzîkê Naîm Dîlmenî îstîfaya xwe ragihandiye:
“Di dewra Doganî de jî, di dewra Demîrorenî de jî sedema nivîsandina min Çinar Oskay û koma wî bû. Heke ew tunebûn tu wate ji mayîna min re jî tuneye. Ez jî dest ji kar berdidim. Spasîyên mezinpêşkêşî Oskayî û hevalên wî dikim. Bila riya wan tim VEKIRÎ be.”
(AS/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.