Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komeke ku bi ser Ocaxên Alperenan ve girêdayiyê, duh bi şev li Beyogluyê li ber Sînagona Neve Şalomê dewleta Îsraîlê protesto kirin. Komê di çalakiyê de pehîn li deriyê sînagogê xistin û ber avêtin derîyî.
Ji ber ku dewleta Îsraîlê dedektorên lêgerînê yên metal xistiye deriyên Mescîd-î Aksayê ev demeke di navbera Îsraîlî û Filistîniyan de rageşî hebû.
Li ser navê koma ji Ocaxên Alperenan Serokê Ocaxê yê Stenbolê Kurşat Mîcanî axivî.
“Birayên me li Mescîd-î Aksayê nikarin îbadetên xwe bikin. Ev tê wê wateyê ku îpotek li ser azadiya îbadet, bawerî û olê danîne. Bila siyonîst hişê xwe bidin serê xwe. Bila azadiya îbadeta birayên me asteng nekin. Çawa ku hûn li wir azadiya îbadeta me asteng dikin em ê jî li vir azadiya îbade we asteng bikin. Em çawa ku îro li vir sekinîn, em ê sibê jî werin. Hûn ê nikaribin bikevin vir”.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), dema ku komê daxuyaniya xwe qedand û ji ber sînagogê veqetiya, hin kesan pehîn li deriyê sînagogê dan û ber avêtin deriyî.
Di vê navberê de Civaka Cihûyan a Tirkan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kirin. (NV/FD)