Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya "Tifaqa Demokrasiyê" ya ku demeke dirêje banga wê dike, bi "Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştiyê" ya di 27ê Îlona 2021an de ragihandiye, xebatên xwe didomîne. .
Di çarçoveya xebatan de 6 partî û rêxistinên ku bi banga HDPê kom bûne îro li Stenbolê civîyane.
Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Pertiya Kedê (EMEP) îro li avahiyê Serokatiya Bajêr a TÎPê civiyane. Li salona ku civîn lê hatiye kirin pankarta ku remza 6 partî û rêxistinan li ser hebûye û li ser “Bi piştevanî, têkoşîn û hêviyê bi hev re ne” nivîsandî hatiye daliqandin.
Hevserokên HDPê yên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Cigirê Hevserokên HDPê Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê EMEPê Ercument Akdenîz û Cîgirê Serokê Giştî yê EMEPê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, Berdevka TÎPê Sera Kadigîl û Cigirê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevkê SMFê Bariş Kayaoglû û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) Mahîr Gurz û Erdal Ataş, Berdevkê TOPê Perîhan Koca, Desteya Berdevkan Pelîn Kahîlogullari û Tamer Dogan, Berdevkê EHPê Ozge Akman û endamê Desteya Navendî Hakan Ozturk tev li civînê bûne.
Wê nexşerê bê diyarkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di civînê de di serî de geşedanên li Cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dê bên axaftin û tê payîn ku dê nexşerêya çareseriya van pirsgirêkan dê bê diyarkirin. Di civînê de dê tevî navê deklerasyona tifaqa partiyên tev li civînê bûne û dîroka parvekirina vê deklerasyonê jî bê diyarkirin.
Civîn ji çapemeniyê re girtî dest pê kir û hat destnîşankirin ku dê piştî civînê nivîseke agahdariyê were parvekirin. (TY/AY)