Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kordînasyona Heskîfê, duh(25ê Îlonê) ji bo Prof. Dr. Beyza Ustuna ku di çarçoveya operasyona li dijî Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de hatibû desteserkirin, serbest bimîne daxuyaniya nivîskî daye.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin, Ustun miroveka zanistiye ku ji bo ekolojiyê têdikoşe û weha hatiye gotin, "Beyza Ustuna ku li her dera welêt di tekoşîna ekolojîyê de xwedî kedêye, ji bo parastin û jiyandina Heskîfê ji roja destpêkê heta nihabi me re bûye û di eniyên herî pêş de cîhê xwe girtiye."
Daxuyaniya kordînasyonê weha ye:
"Duh(25ê Îlonê) li dijî HDPê û Tevgera Bênavan bi awayekî bêqanûnî bi ser malan de girtine. Di van serdegirtinan de Prof. Dr. Beyza Ustuna ku xwezahez, aştîxwaz û kedkara ekolojiyê jî desteserkirine. Beyza Ustun weke ekolojîstek mafê gur û çivîkan parastiye û buye dengê çem, ax û hewaya vî welatî."
"Beyza Ustuna ku li her dera welêt di tekoşîna ekolojîyê de xwedî kedêye, ji bo parastin û jiyandina Heskîfê ji roja destpêkê heta niha bi me re bûye û di eniyên herî pêş de cîhê xwe girtiye. Kesên ku zanist, aştî, jiyan û xwezayê diparêzin nayên dadgehkirin. Tekoşîna ekolojiyê nayê bêdengkirin. Beyza Ustunê û hemû kesên hatine desteserkirin serbest berdin!"
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê çalakîyên Kobanê yên ku di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an pêkhatibû de di 25ê Îlonê de li 7 bajaran derbarê 24 endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara desteserkirinê dabû.
Piştî biryara dozgeriyê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyon3e (RTUK) yê HDPyê Alî Urkut, Endamê Komisyona Karûbarên Derve yê HDPyê Nazmî Gur, Endamên berê yên LNByê yên HDPyê Can Memîş, Gulfer Akkaya, Berfîn Kose, Bîrcan Yorûlmaz, Endamê LNByê yê HDPyê Alp Altinors, parlamenterên berê yên HDPyê Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Beyza Ustun û Altan Tan, endama Meclîsa jinan a HDK-HDPyê Dilek Yagli, endamê berê yê Pardiya Meclîsa HDPyê Pervîn Oduncu, û berdevkê berê yê HDPyê Gunay Kubilay hatibûn desteserkirin.(RT/AY/FD)