Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Salek ewil îro Dema Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, li navçeya Amed Sûrê dema ji ber tehrîpkirina Mînareya Çarling daxuyanî dida ji çapemeniyê re bi guleya li serê wî ket ve hat qetilkirin.
Gelek saziyên sivîl, partiyên siyasî, parlementer û welatî ji bo yekemîn salvegera qetilkirina Tahir Elçî daxuyanî dan û di medyaya civakî de peyaman belav kirin.
Rêxistina Bexişinê Divê lêpirsîneke bêalî û serbixwe were kirin
Rêxistina Navneteweyiya Bexişînê derbarê qetilkirina Tahir Elçî ku ew endamêke wan ê pêşîn bû de li ser rûpela xwe ya fermî de daxuyanî da. Di daxuyaniya rêxistinê de hat diyarkirin ku ji ser qetilkirina Elçî salek derbasbûye lê ti ji bo zelalkirina bûyerê û dîtina kûjerên wî de ti lêpirsîneke baş nehatiye kirin û pêngavên bo vê yekê nehatine avêtin.
Rêxistinê ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku derbarê wê cîneyetê de demildest lêpirsîneke bêalî û serbixwe were kirin û sûcdarên wê bûyerê bêceza neyên hiştin.
KMM: Em ê her tim li pey wê cînayetê bin
Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (KMM) jî derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku rayedaren dadê hê jî ti lêpirsîneke têrûtijî nekirine û diyar kir ku dê parazvanên mafê mirovan her tim li pey wê cinayetê be.
HDP: Hêviya aştiyê hedef girtin
Lijneya Rêveberiya Navenda HDPê jî daxuyanî da û diyar kir ku wê hewl bidin ku cîneyetê zelal bikin û wiha gotin:
“Lêbelê em dizanin ku faîl kîne. Şerxwazên ku hewldidin ku civakê bêdeng bihêlin, hêzên rûreş ên dewlet û îqtîdarê di şexsê Birêz Tahir Elçî de hêviya aştiyê hedef girtin. Em wan kesên ku Tahir Elçî lînç kirine, meliviya cînayeta siyasî kirine ji bîr nakin û nadin jibîrkirin jî. Ew kes û aliyan wê di dîrokê de weke rûreş werin bi navkirin.
Medyaya Civakî
Platforma Hevpar a Mafên Mirovan û Baroya Amedê hastinga bi navê #TahirElçisiz1yıl (Bêyî Tahir Elçi Sala Yekem) hat vekirin û gelek kes di wir de payamên xwe weşandin.
#TahirElçisiz1Yıl pic.twitter.com/umUvc1Ktk4
— Türkan ELÇİ (@turkan_elci) 27 Kasım 2016
Türkiye'nin sakin,sağduyulu,kararlı, bilgili, cesur barış elçisini çok arıyoruz. Dostumu çok arıyorum... #TahirElçisiz1Yıl
— Sezgin Tanrıkulu (@MSTanrikulu) 28 Kasım 2016
Tahir ELÇİ,sadece bir baro bşk. değildi.Aynı zamanda olağanüstü ve ilham verici bir hukuçu ve insan hakları aktivistiydi#TahirElçisiz1Yıl pic.twitter.com/heptDsS4GX
— Diyarbakır Barosu (@Diyarbakirbaro) 27 Kasım 2016
AKP döneminde faili meçhul yokmuş ! Faili buldunuz da haberimiz mi olmadı? #TahirElçisiz1yıl
— Ayhan Bilgen (@ayhanbilgen) 27 Kasım 2016
Katledilişinin 1. Yılında barışın elçisi Tahir Elçi'yi saygıyla anıyoruz. #TahirElçisiz1Yıl pic.twitter.com/TLc7d3Zki4
— ÖHP Ankara (@ohpankara) 28 Kasım 2016
Tahir Elçi hayatta olsa Tahir Elçi davasının peşini 20 yıl bırakmazdı. Bu davanın takibi için daha en az 19 yılımız var. #TahirElçisiz1Yıl
— Kerem ALTIPARMAK (@KeremALTIPARMAK) 28 Kasım 2016
#TahirElçi 'de kendinden öncekiler gibi "faili-i meçhul" değil "fail-i meşhur" cinayetle katledildi.. #failbelli #TahirElcisiz1Yıl
— Canan Kaftancıoğlu (@ccanannnn) 28 Kasım 2016
(NV/YO)