Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Betul Yaşar, Hevşaredara Giyadînê piştî ku hat desteserkirin û li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, hatiye girtin.
Roja 13ê Tîrmehê polîsan bi ser mala Yaşarê û du kesên din girtibûn û ew desteser kiribûn.
Bixwîne - Qeyûm ji bo Şaredariya Giyadînê ya HDPyê hatiye tayînkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yaşar piştî jêpirsîna wê ya li Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê şandine cem dozgeriyê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şandiye Dadgeriya Sulhê ya Nobedar. Dadgehê jî biryara girtina wê dabû.
Çi bûbû?
Polîsan di 13ê Tîrmehê de li Agiriyê bi ser mala Betul Yaşar, Hevşaredara Giyadînê de girtibû û ew desteser kiribû.
Li gel mala Yaşarê polîsan avêtibû ser malên Mesût Arslan û Mûstafa Alparslanî û ew desteser kirine.
Dîsa li gorî heman lêpirsînê Zeynel Abîdîn Bozkûrt, li Düzceyê hatibû desteserkirin.
Polîsên ku şaredarî dorpêç kiribûn, nêzikî 5 saetan di avahiyê de lêgerin kiribûn.
Piştî desteserkirina Yaşarê, Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiribû ku wan qeyûm ji bo Şaredariya Giyadinî tayîn kiriye.
Walîtiya Agiriyê daxuyanî dabû û aşkere kiribû, li şaredariya Giyadînê Hasan Dogan, Qaymaqamê Gîyadînê weke qeyûm hatiye wezîfedar kirin.
Qeyûm ji bo 47 şaredariyan hatine tayînkirin
Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019an polîsan avêtibûn ser malên hevşaredarên HDPyê û ew desteser kiribûn. Paşê jî qeyûm tayîn kiribûn li ser wan şaredariyan.
HDPyê di wê hilbijartinê de sê jê bajarên mezin, pênc bajar, 45 navçe û 12 jê bajarok, li ser hev 65 şaredarî bi dest xistibû.
Heta niha qeyûm ji bo 47 şaredariyan hatiye tayînkirin. Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi sedema ku beriya hilbijartinê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji wezîfeyê hatine dûrxistin, mazbata nedabû 6 şaredarên HDPyê. (FD)