Ji bo nûçeya Tirkî
Serokwezîr Bînalî Yilidirimî biryarnameya betlaneyê ya bo Cejna Remezanê erê kir û bi wî awayî betlane 9 roj in.
Cejna Remezanê ku ji bo civaka misilmanan pîroz e, îsal di 5-6-7ê Tîrmehê de wê were pîrozkirin.
Bi biryarnameyeke ku Serokwezîr Bînalî Yildirimî erê kir ve rojên betlaneyê bo Cejna Remezanê diyar bûn.
Di daxuyaniya serokwezîrtiyê dayî de wiha hat gotin:
‘4ê Tîrmehê roja erefatê nîv roj û 8ê Tîrmehê roja piştî cejnê xebatkaran wê wekî destûrgirtî bên hesêbkirin.’
Bi vî awayî ji bo Cejna Remezanê hejmara rojên betlaneyê derket 9an.
(ÇT/YO)