Wekîla Serokê Koma Partiya Çepên Kesk Meral Danış Beştaşê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de tevî parlamenterên partiya xwe, li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Beştaşê got ku yek ji navendên esasî yên şer, bi tevahî erdnîgariya Kurdistanê ye; “Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û li Tirkiyeyê, ev pevçûn, ev mirin û rewşa şerî dewam dike. Mixabin mirovên li Tirkiyeyê dijîn azarên vê yên mezin dikişinin.”
Meral Daniş Beştaşê di axavtina xwe de bal kişand li ser van xalan:
- Em di dîroka Tirkiyeyê de nebûn şahid ku Wezîrê Karûbarên Derve banga şer kir. Di rojên derbasbûyî de Hakan Fîdan bangeke bi vî rengî kir.
- Derketibû holê ku daxuyaniyên Pêvajoya Çareseriyê bi dawî kirin, bêbingeh in.
- Erka Wezîrê Karûbarên Derve fermana êrîşkirina li ser welatekî din e?
- Îro wê Wezîrê Karûbarên Derve Hakan Fîdan bê Parlamentoyê û em ê vê li rûyê wî jî bînin ziman.
- Li hêlekê jî em dibînin ku ji bo şerê li Îsraîlê banga aştiyê dike, ev durûtî ye.
- Qeydên dengê Hakan Fîdanî hîna di guhan de olan dide, gotibû, hewce bike em ê du roketan bidin avêtin û mahneyê çêbikin.
- Birêz Erdogan dibêje, “Exlaqê şer jî heye”. Rast e exlaqê şer jî heye. Em peyva Gazeyê ji sere van gotinan derxin, ez ê îmzeya xwe li binê wan bixim. Ez ê weke Meral Daniş Beştaşê îmza xwe li binê bixim.
- Ji bo hewldanên aştiyê yên Birêz Ocalanî tune bikin, wî tecrit dikin, nahêlin hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike û nameyan binivîse.
- Bila baweriya kurdan bi kîjanê bê, tiştên hûn dikin, yan tiştên hûn dibêjin? Helbet baweriya wan bi kirinên we tê?
- Li vî welatî niha, li grorî politikaya AKPyê bi milyonan terorîst dijîn, helbet ez di nava neynûkê de dibêjim.
(Mİ/FD)