Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dayîkên Şemiyê bi daxwaza diyarkirina aqubeta kesên winda û dadkirina berpirsyarên qetilkirina wan vê hefteyê cara 600. wê li qada Galatasarayê bibin.
Besna Tosuna ku bavê wê Fehmî Tosun jî piştî binçavkirinê hatibû qetilkirin bi wesîleya hefteya 600. daxuyanî da bianetê û got: "Di OHALê de, di her rewşê de 600 hefte bi dawî bû."
Di 27ê Gulana 1995an roja Şemiyê saet 12:00an de cara yekem Dayîkên Şemiyê li Galatasarayê kombûn. Wan bi daxwaza 'Qetilkirinên di bin çavan de bila bidawî bibin, aqubeta kesên winda bişa bên eşkerekirin û sûcdar werin dadkirin' çalakiya yekem pêk anîn. Çalakiyên Dayîkên Şemiyê 21 sal in dewam dikin. Hasan Ocak di 21ê Adara 1995an de hatibû binçavkirin û 58 roj îşkence lê hat kirin û piştre cenazeyê wî li goristana bêkesan hatibû defin kirin. Piştî vê yekê çalakiyên Dayîkên Şemiyê dest pê kirin. Di navbbera salên 1995-1999an de her rojên şemiyê saet 12:00an de bi daxwaza 'Qetilkirinên di bin çavan de bila bidawî bibin, aqubeta kesên winda bişa bên eşkerekirin û sûcdar werin dadkirin' dayîk û malbatên kesên qetilkirî li ber Galatasarayê çalakî pêk anîn. Di hefteya 170. de di 15ê Tebaxa 1998an de hêzên dewletê êrişî Dayîkên Şemiyê kirin. Êrişên hêzên dewletê 7 hem dewam kirin. Her rojên şemiyê yanê bi temamî 31 caran êriş hat kirin û bi dehan kes hatin binçavkirin. Dayîkên Şemiyê di 13ê Adara 1999an de bi daxuyaniyek ve ragihandin ku wan navber dane çalakiyên xwe yên li ber Galatasayê. Piştî 10 salan di 31ê Çileya 2009an de çalakiyên Dayîkên Şemiyê ji nû ve dest pê kirin. Heta vê demê jî bê navber dewam dikin. Piştî destpêkirina çalakiyên Dayîkên Şemiyê qetilkirinên di binçavan de bê zêdeyî hatin rawestandin. Lêbelê di sala 2004an de Tolga Baykal Ceylan ku çûbû Igneadayê heta vê demê jê ti agahî nayê girtin. Her wiha ji 27ê Gulana 2016an vir ve ji Rêvebirê DBPê yê Şaxa Şirnexê Hurşît Kulter jî ti agahî nayê girtin. |
Besna Tosun: Ev 600 hefte ku em pirsa kesên qetilkirî dikin
“Ev 600 hefte ku em pirsa kesên qetilkirî dikin. Yên ku dixwazin bidin jibîrkirin û tinekirin ne tenê xizmên me ne, mirovahî bi xwe ye. Di hefteya 600. de û ji vir şûn de jî em bang li her kesî dikin ku bila piştgiriya daxwazên me yên heqîqet edalet û aştiyê bikin.”
“Derbarê doza derbarê qetilkirina bavê min de biryara neşopandinê (delîl nedîtin) hat dayîn. Me serî li Dadgeha Makeqanûnê daye lê heta niha ti encam nehatiye girtin.”
Fehmî Tosun21 sal in jê ti agahî nehatiye girtin. DMMEyê Tirkiyeyê ji ber qetilkirina wî mehkûm kir. Lê li Tirkiyeyê biryara delîl nedîtinê hat dayîn. Niha serî li Dadgeha Makeqanûnê hatiye dayîn. Fehmî Tosun di 19ê Cotmeha 1995an de li Stenbol Avcilarê li ber derê mala xwe ji hêla polêsên sivîl, çekdar û têlsizên destê wan de ve bi darê zorê siyarê texsiya Renaultê kirin. Plakaya wê texsiyê 34 UD 597 bû. Hanim Tosun di 8 Nîsana 1996an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) da. Hukimeta AKPê di 2003an de di parastnameya xwe ya ji bo DMMEyê de got: "Hukimeta ji ber windabûna Fehmî Tosun xemdar e. Hukimeta me qebûl dike di lêpirsîna derbarê qetilkirina Tosun de madeya 2. ya Rêziknameya DMMEyê hatiye îxlalkirin." AKPê bi vî awayî qebûl kir mafê jiyanê ya Fehmî Tosun hatiye îxlalkirin. |
(BK/YO)