Xebatên vemirandina şewata ku roja Sêşema 15ê Tîrmehê li taxa Îstîklal a navçeya Şarkoya Tekirdagê li zeviyên çandiniyê dest pê kir û ber bi daristanan ve belav bû, 42 saet in didome
Şewat bi 15 balafirên agirkujiyê, 19 helîkopter, nêzîkî 500 wesayîtên bejayî û 1181 personelan qismî hatiye kontrolkirin.
Li gorî Ajansa Anadoluyê, Arazoz, wesayîtên agirkujiyê û tankerên avê li herêmê xebatên xwe didomînin.
Ji ber ku li herêmê bandora bayê kêm bûye, zêdebûna dûkelê jî kêm bûye. Waliyê Tekirdagê Recep Soyturk û Rêvebirê Giştî yê Daristanê Bekir Karacabey ji Navenda Koordînasyona Mobîl a AFADê xebatên li herêmê bi rê ve dibin.

Rola mirovan di şewatên daristanan de
Lêkolînên li ser şewatên daristanan li Tirkiyeyê nîşan didin ku çalakiyên mirovan di beşek mezin a van şewatan de roleke girîng dilîzin. Gelek ji şewatan, ku di salên dawî de zêde bûne, ji ber xeletiya mirovan an jî kiryarên bi zanebûn çêdibin.
Li gorî lêkolînan, ji sedî 90 zêdetir şewat ji ber mirovan çêdibin. Ev rêje ji ber faktorên wekî dûvikên cixareyê yên bi bêhemdî hatine avêtin, şewitandina kok û bermahiyên gîhayan û çirûskên ji xetên elektrîkê çêdibe derdikeve holê. Her weha wêrankirina daristanan a bi zanebûn û şewatên ji bo avakirinê vê rewşê girantir dikin.
Li gorî rapora sala 2023an a Komeleya Daristanvanên Tirkiyeyê (TOD), sedemên sereke yên şewatên ji ber mirovan çêdibin û ev jî çalakiyên wekî şewatên li seyrangehan, paqijkirina zeviyan û avakirina bêdestûr in. Di raporê de, TOD destnîşan dike ku piraniya şewatan ji ber xeletiyên mirovan çêdibin û belavbûna şewatan a bi awayekî lez jî ji ber krîza avhewayê zêde dibe.
(TY/AY)
