Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Elmasa gewre ya eyara wê 709 e û li Sierra Leoneyê ya Afrîkayê hatiye derxistin, li New Yorkê bi 6,5 milyon dolaran hat firotin.
Elmasa ku bi navê “Elmasa Aştiyê” tê naskirin, ji hêla Laurence Graff xwediyê şîrketa micewheran Graff Diamondsê ve hat kirîn.
3, milyon dolar ango nîvê pereyê ku elmas pê hatiye firotin wê li binesaziya gundê Koryarduyê mesref bikin ku elmas li vê derê hatiye dîtin. Li gorî daxuyaniyê wê bi wî pereyî ava paqij û elektrîkê bibin gund û rê, nexweşxane, avahiyên nû û dibistanê çêbikin.
Beriya niha 7,8 milyon dolar ji bo elmasê hatibû pêşniyarkirin lê Hikûmeta Sierra Leoneyê qebûl nekiribû û nefirotibû.
“Elmasa Aştiyê” 14emîn elmasa herî mezin e ku heta niha li ser ruyê erdê hatiye dîtin.
Elmas, adara 2017yê ji hêla rahib Emmanuel Momohî ve hatiye derxistin û weke diyarî pêşkêşî hikumeta Sierra Leoneyê kiribû.
Sierra Leone, elmas û şer
Li Sierra Leoneyê pevçûnên di navbera Eniya Yekgirtî ya Şoreşger (RUF- Revolutionary United Front) de dest pê kirin, piştî RUFê kanayên elmasê yên girîng bi dest xist, veguhest şerê di navbera Civaka Dewletên Brîtanyayê û RUFê. Şer di sala 1991ê de dest pê kir û di sala 2002yê de qediya. Di vê navberê de 50 hezar kes hatin kuştin û 500 hezar kesan neçar man ku bibin koçber. Ji ber ku bi taybetî vê demê li Sierra Leoneyê û li Afrîkayê hin komên çekdar ji bo fînansmana şerê navxweyî û pevçûnan elmas bi kar tanîn û ji ber wê jî ev elmas weke “elmasa bixwîn” tê binavkirin.
Filmî bi navê “Elmasa Bixwîn” (Blood Diamond) ê ku di sala 2006ê de hatiye çêkirin, behsa lîstikên bazgirganiyê yên bixwîn, şerê navnetewî û yên li Sierra Leoneyê diqewimî nîşan dida ku li dora elmaseke gelekî mezin rû dida. Derhênerê filmî Edward Zwick e û Leonardo DiCaprio, Jennifer Connely û Dijmon Hounsou di film de dilîstin.
Derbarê elmasan de
Ji bilî Ewropayê li hemû cîhanê derdikeve. Ji sedî 55 herî zêde li Afrîkayê derdikeve. Gelek kana li civaka miletên Ingilîz in ku weke Commonwealth jî tê binavkirin.
Madeya herî hişk e û elmasek tenê bi elmaseke din jêdibe.
Hilberîna elmasan a li Sierra Leoneyê de
Sierra Leone di rêza 10emîn a 10 welatên herî zêde elmas lê tê derxistin de ye ku para wî ya bazarê ji sedî 0,05e. Lê di nirxê elmasa ku tê derxistin de di rêza 2yemîn de ye. Buhayê her kerata elmasên ku li vî welatê derdikevin zêdetirî 300 dolarî ye.
9 welatên ku ji hêla elmasan dewlemen in wiha ne: 1-Avûstralya, 2-Demokratîk Kongo, 3-Botsvana, 4-Rûsya, 5-Afrîkaya Başûr, 6-Kanada, 7-Angola, 8-Namibya, 9-Gana. (HK/FD)
* Her 5 kerat gramek e