Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Piştî ku duh li Behra Marmarayê, li nêzîkî peravên Silivriyê saet di 13.59 deqîqeyan de bi lerza 5.8ê erd hejiya, him welatiyên nexwestine biçin malên xwe şeva xwe li parkan, li nava wesayitan an jî li peravên behrê borindine.
Li Silivri, Gungoren, Bahçelievler û Halkaliyê welatiyan konên xwe li parkan vedane û heta serê sibehê li wir mane.
Kizilay û Şaredariya Bajarê Mezin xwarin belav kiriye
Wesayitên Kizilayê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê şorbe, çay, xwarinên di konserveyê de û av il welatiyan belav kiriye ku li parka pişt Qeymeqameya Silivriyê ye.
Wesatiyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezginî û Karesaran jî li van cihan tedbîr standine.
108 carên din erd hejiyaye
Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan û Rexesxaneya Kandiliyê piştî erdheja bi lerza 5.8ê, 108 carên din erd hejiyaye.
Di nava vanan de ya herî mezin 4.4 bûye.
Saziyên fermî duh aşkere kiribûn ku 43 welatî di encama erdhejê de birîndar bûne û birînên wan sivik e. Xebata tespîtkirina ziyana di avahiyan de berdewam dike. (TP/FD)
Çavkanî û Fotograf: AA