Rojnameya "Joğovurt" (Gel) di 6ê Nîsanê de nivîsandibû ku ji meha Îlonê û vir ve 16 hezar welatiyên Qerebaxê ên bi darê zorê koçber bûne, Ermenîstan jî bi cih hîştine.
Di gotarê de wiha hat gotin: "Nêzîkî 16 hezar ji wan kesên ku ji Artsakhê (Qerabaxê) bi darê zorê koçber bûne, ji ber xemsariya dewletê ji Ermenîstanê jî derketin."
Li gorî nûçeya Rojnameya Agosê, mafparêz Gegham Stepanyan di paneleke ku di 29ê Adarê de hat lidarxistin dediyar kiribû ku nêzî 11-15 hezar ermeniyên Qerebaxê ên ji Ermenîstanê koç kirine hene.
Daneyên Servîsa Ewlekariya Neteweyî
Servîsa Piştrastkirina Civilnetê têkildarî koçberên Qerebaxê lêkolînek kir.
Di mehên dawî de #CivilNetCheckê, ji bo piştrastkirina hejmara welatiyên Qerebaxê yên Ermenistan bi cih hîştine, bi awayekî rêkûpêk ji Servîsa Ewlekariya Neteweyî (NSS) re daxwazname şandin.
Di bersiva daxwaznameya dawî de NSSyê ragihand ku heta 1ê Nîsanê 15 hezar û 162 kesên ku li ser Qerebaxê tomar kirîne ji Ermenistanê derketine û 6 hezar û 062 kes jî vegeriyane. Yanî heta 1ê Nîsanê 9 hezar û 100 welatiyên Qerebaxê ji Ermenistanê derketine.
Çi bûbû?
Artêşa Azerbaycanê di 19ê Îlona 2023an de Qerebax dorpêç kir û bi hêceta ku di êrîşan de sivîl û polîs hatine kuştin di 12ê Kanûna Pêşiya 2022an de operasyona leşkerî da destpêkirin.
Piştî lihevkirin û biryara agirbestê ya ku di 20ê îlonê de hat ragihandin, nûnerên ermeniyên Qerebaxê û Azerbeycanê cara destpêkê di 21ê îlonê de li Yevlaka Azerbeycanê, cara duyemîn jî di 25ê Îlonê de li Îvanyan (Hocalı) civiyan. Di hevdîtinan çi encamek derneket.
Nêzîkî 100 hezar ermeniyên Qerebaxê ji ber dorpêça domdar a Azerbaycanê ku bûbû sedema çêbûna pirsgirêkên xurak û avê, koçberî Ermenistanê bûn.
Qerebaxa ku 4 hezar û 400 kîlometre çargoşe ye, nêzîkî 100 hezar ermenî lê dijiyan.