Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû 23 roj in ku ji Enqereyê dest bi meşa ber bi Stenbolê ve kiriye.
Beşdaran îro ji navçeya Gebzeyê ya bajarê Kocalîyê dest bi meşê kirin.
Ji beriya meşê serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî got:
“Em ê îro ji Kocaeliyê biçin. em ê bigihin Stenbolê. Ez gelek dilşad im ku bêyî tiliya kesekê jî xwîn jê bê em ê bigihin Stenbolê.”
Beşdarên meşê siet 11ê ji sînorê Gebze-Stenbolê borîn û derbasî aliyê Stenbolê bûn.
Endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirk(TGS) jî beşdarî meşê bûn.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(NV/MB)
Meşa Edaletê:
77 rêxistinên LGBTI û jinan beşdarî Meşa Edaletê bûn
Meşa Edaletê di roja 21ê de ye
Meşa Edaletê di 20emîn roja xwe de berdewam dike
Meşa Edaletê 19 roj in ku didome
Meşa Edaletê di roja 16emîn de berdewam dike
Kiliçdaroglû: Em li dijî hemî provakasyonan amade ne
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir