Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekê got, “Me nanê tisî da zarokan.” Yekê din got, “Koordînasyon nebû.”
Erdheja ku navenda wê Mereş e, bandoreke mezin li Semsûrê jî kir. Welatiyên li vî bajarî ji bianetê re behsa şahidiyên xwe kirin.
“Me berf û şekir dixwar”
Hanim Şahîna 80 salî bi saya ava şekir sax mane: “Du şev û du rojan ev kon jî nebû. Me berf dihelan û hinek şekir hebû, me dixiste navê. Me tevî nanê tisî dida zarokan.”
“Bila kes nebêje ev qeder e”
Li Gundê Aksûyê 11 kes mirine. Gundiyan bi derfetên xwe kemçe kirê kirine û cenazeyên xwe binax kirine. Ew bertekan didin hikûmetê: “Ji bilî gelê sivîl ti kes nehate vir.
“Me 11 cenazeyên xwe derxistin, bêhn ji wan dihat. Me bi derfetên xwe kemçe anî rê vekir, me cenazeyê xwe hilgirtin. Ma dewleta ewqas qerase nikare kemçeyekê bişîne vir? Em bacê didin vê dewletê, me ji bo vê dewletê şer kir, me leşkerî kir, me berdêl da ji bo vê dewletê. Lê ev ne qedera me ye, bila ti kes ji vê re nebêje qeder.”
“Koordînasyon nîne”
Li gund elektrîk nîne. Gundiyan bi derfetên kon vedane. 60 kes di vî konî de dimînin. Li gorî gotina wan di dema şandina kelûpelan de koordînasyon nîne: “Di hatina kelûpelan de koordînasyon nîne. Dewleta min ma nikare vê koordînasyonê jî saz bike, ma dewleta min ewqas aciz e? Yek tê depoyên xwe bi tonan dadigire. Mirovê ku pêwîstiya wî pê heye rûniştiye. Lê divê kaymekamek, waliyek derkeve û cesaretê bide vî gelî. Ev wezîfeya wî/wê ye, wê rabe ji vî gelî re bibêje, ez li pişta te me.”
Gundê Aksûyê di nava du gundan de ye. Li hêlekê bi lehiyê, li hêlekê bi aşûtê li hêlekê jî bi erdhejê re têdikoşin. Gundiyan got ku li Tirkiyeyê du caran erd hejiya lê li ba me çar caran erdhej çêbû:
“Dema baran dibare em ji lehiyê ditirsin, dema berf dibare em ji aşûtê ditirkin, dema erd diheje em ji zinaran ditirsin. Êdî bes e, em guneh in, ma em ne welatiyên vî welatî ne?”
(RY/EMK/FD)