Li Rihayê berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê ya di 27ê Çiriya Paşiyê de dest pê kiribû, 12 roj in dewam dike.
Ozak Tekstîl li Herêma Pîşesaziyê ya Birêxistinkirî ya Rihayê ye û karkerên li wir dixebitin ji ber zext li wan dibe ku sendikaya xwe biguherînin û gefa jikaravêtinê li wan dibe, dest bi çalakiyê kiribûn.
Karker endamên Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Yekgirtî (BIRTEK-SEN) ne.
Vê sibê cendermeyan berê barîkatên li ber wan danîne fireh kir. Sendîkayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û got “Di roja 12an a berxwedana Ozakê de, miftîtiyê ferman da û kilît li deriyê mizgeftê xistin. Ketina karkeran a mizgeftê qedexe kirin ku ji paqijiya wê bigirin heta çêkirina wê karkeran ked tê de daye.”
BIRTEK-SENê diyar kir ku leşkeran ji wan re gotiye miftîtiyê mizgeft girtiye: “Desthilata siyasî, walîtî, hêzên emniyete, miftîtî… Hemû li beramberî karkerên doza mafên xwe dikin bûn mertal ji bo patronên Ozak Tekstîlê. Hemûyan di ref de cih girti. Yên dişibin li heman cihî civiyan.”
Piştî karkeran bertek nîşan da, cendermeyan barikat bi paş de birin.
Duh karker ji ber baranê çûn eywana Mizgefta Herêma Pîşesaziyê lê Miftiyê Rihayê Ramazan Tolanî bertek nîşan dabû û gotibû, “Ji mizgeftê derkevin, ev der ne cihê çalakiyê ye.” Karkeran bertek nîşan dabû.
BIRTEK-SENê her weha diyar kir û got, sendikaya Oz Iplik-Işê ya girêdayî Hak-Işê ku karkerên Ozakê berî endamên wê bû, xwestiye karkerek dest ji çalakiyê berde: “Rêvebirên Oz Iplik-İşê, li ser navê patronên Ozakê, operasyona ‘qanihkirinê’ bi rê ve dibin.” (VC/FD)