Di nava 24 saetan de li dijî baregehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) yên li bajarên Hesekê û Dêrezorê yên Sûriyeyê, ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, sê êriş pêk hatin.
Duh (1ê Kanûna Paşiyê) bi balafirên bêmirov ên bi teqemenî barkirî li ser Baregeha Şedadê ya ku leşkerên Amerîkayê li başûrê Hesekê lê bicih bûne, êrîşek hat kirin.
Êrîş rêxistina bi navê "Berxwedana Îslamî li Iraqê" (Al-Mukavemat'ul Islamiyye fi Iraq) ku rêxistina komên ku Îran piştgiriya wan dike ye girt ser xwe.
Rêxistinê duh bi roketan êrişî zeviya gazê ya Konîko ku hêzên Amerîkayê li bejahiya Dêrezorê lê bicih bûne, kir.
"Berxwedana Îslamî li Iraqê" ragihand ku wan di 2ê Kanûna Paşiyê de baregeha Amerîkayê ya li Yeşîlkoyê li rojhilatê Sûriyê bi firokeyên bêmirov kirine armanc.
Hat diyarkirin ku êrîşên navborî, "li hember dagirkeriya Amerîkayê ya li Iraq û herêmê û qetlîamên Îsraîlê yên li Xezeyê hatin kirin."
Li Hewlêrê êrîşî baregeha hêzên koalîsyonê kirine
Her weha Reutersê ragihand ku baregeha hevpeymaniya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê li nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê bi êrişa hewayî hatiye armanckirin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên ku ji Reutersê re axivîn û ragihandin ku balafireke bêmirov li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye xistin.
(RT/AY)