Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karkerên Flormarê yên ji karê xwe hatîn avêtin, di 8ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî de diyar kirine ku wan dest ji çalakiya xwe berdaye.
Kakerên Flormarê ji ber ku endamên sendîkayên karkeran bûn ji karê wan hatibûn avêtin.
Wan eşkere kiriye ku wan tezmînata xwe standiye lê wan nekariye li karê xwe vebigerin.
"Em bi ser ketin lê xemgîn in"
Yek ji beşdarên çalakiya “Berxwedana Flormarê” Ayşe Öztürk e. Wê ji bianetê re got:
“Em bi ser ketin lê ji ber ku em li karê xwe venegeriyan em xemgîn in. Şeva dî me li sendîkaya xwe civînek pêk anî. Di civînê de me hilbijartineka demokratîk kir. 53 hevalên me xwestin em dest ji çalakiyê berdin. 20 hevalan xwest em dewam bikin.”
Karkerên Flormarê 297 roj bûn ku çalakiya xwe didomand.
(EMK/MB)