Ji bo nûçeya tirkî/ingilîzî bitikîne
Projeya santrala termîka komirî ya ku hat xwestin li daristana berûya nêzîkî gundê Pinarcayê ya Çerkezkoyê bê çêkirin, li piştî ÇEDê biryara nerênî daye, hatiye betal kirin.
Di meha Sibata 2017an de, di rojnameya fermî de biryara ji bo gelemperîkirina bi lez hatibû weşandin. li Tekîrdagê li gel eraziyên çandiniyê 5450 berecot li ber vê biryarê ketiye ji bo santrala termîka komirê tê çêkin. Pişt re Greenpeace û xelkên Tekîrdagê li dijî vê biryarê têkoşîn daye destpêkirin. Di encama tekoşînê de gundî bi hiqûqî bi serketiye.
Dive projeyên din jî bên betal kirin
Berpirsê Projeya Enerjiyê û Akdenîz Îklîmê ya Greenpeaceyê Onur Akgulî, daxwaza betal kirina zêdetirî 40 santralên din kiriye û weha gotiye:
“ Tekîrdagî û bi taybetî jin, 2 sale ji bo parastina daristan û jîngeha xwe têdikoşin. Encam ji vê tekoşînê stendin. Ev serkeftina wekû serkeftina li Gerzeyê û Yircayê ya xelkên Tekîrdagê yên li dijî santrala termîk parastina jîngehê dike ye.”
(PT/AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye