Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Stenbolê li navendeka keyf û şahiyê ya bi navê Reîna êrîşek hatibû kirin û 39 kes hatibûn kuştin, bersûcên êrîşê têne dadkrin.
Pêşiyê Abdûlezîzê Abdulhamîtî û Omer Asimî xwe parastin. Wan red kir ku ew endamên DAIŞê ne.
Yasser Mohammed Salem Radownê ku dihat îdiakirin wî fermana êrîşê daye got:
“Ew dengê di telefonê de ne dengê min e heke hûn danin ber hev hûn ê bibînin.
“Ez ne Ebû Cîhad im [navê yek ji fermandarên DAIŞê Ebû Cîhad e] navê kurê min Cîhad e û Ebû Cîhad tê wateya babê Cîhadî.”
Doz li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 27. tê birêvebirin.
Par di sersalê de êrîş hatibû kirin û ji bilî 39 kesên hatîn kuştin 79 kes birîndar bûbûn. Ew kesê ku êrîş kirî kesek bi navê Abdulkadir Masharipov e. Ji bo dozê 57 kes têne dadkirin. 51 bersûc di girtîgehan de dimînin.
Bixwîne - Bersûcê êrîşa Reînayê hat girtin
Bersûc bi sûcên “bi zanebûnî hewildana ji bo kuştina 79 kesan”,”endambûna rêxistineka terorî.” Ji bo bersûcan cezayê tê xwestin ji 555 salan heta 2 hezar û 397 salan cezayê girtinê ye.
Civîna sêyem ya dadkirinê dê îro bê pêkanîn. (AS/MB)