Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berkîn Elvan di dema Berxwedana Gezîyê de, bi fîşeka gazê hat kuştin. Doza ji bo Berkîn Elvanî îro dest pê kir.
Doz li Dadgeha Cezayên Giran a 17. a Stenbolê tê birêvebirin.
Ji HDPyê Fîlîz Kerestecîoglû û Hûda Kaya, ji CHPyê Hîlmî Yaraci, Alî Şeker û Alî Haydar Hakverdî, ji EMEPê Levent Tûzel, ji Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê, cihgirê serokê koma çepgiran Anrei Hunko li dadkirinê temaşe dikin.
Serdozgeriya Cezayên Giran lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn Îsa Dalgiçî amade kiriye û wek bersûc bi tenê F.D.yê polîs hatiye nîşandan.
Bersûc bi SEGBISê beşdar bû
Bersûcê ku li Emniyeta Wanê wek polîs kar dike bi SEGBIsê(Sîstema bi Deng û Dîmenan a Peywendîdanê) ji Wanê beşdarî dadkirinê bû.
13 parêzerê BAROya Wanê wek parêzerên malbata Berkîn Elvanî çûn salona dadkirinê ya li Wanê.
Dadgehê daxwaza BAROyan red kir
Malbata Elvanî, dêya wî Gûlsûm û bavê wî Samî xwestin digel zarokên xwe beşdarî dadkirinê bibin. Dadgehê daxwaza wan qebûl kir.
Parêzerên BAROyên Enqere, Adana, Bûrsa, Antalya, Balikesîr, Izmîr, Amed û Wanê jî xwest beşdarî dadakirinê bibin lê daxwaza wan hat redkirin.
Daxwaza anîna bersûcî hat redkirin
Parêzerê bersûcî diyar kir ku ji ber metirsî heye ku bersûc bê kuştin û ji ber ku civak bi vê dozê hesiyaye divê bersûc ji bo dozê neyê dadgehê. Parêzeran xwest bersûc dîsa bi SEGBIê ji Wanê beşdar bibe.
Dadgehê daxwaza parêzerên bersûcî qebûl kir.
Bersûc: Baş nayê bîra min
Bersûcî eşkere kir ku di wê demê de ew 25-26 sietan xebitîbû.
"Min ti tifekên ku bibe sebeb hin kes bimirin bi kar neaniye. Ez nebûme sebebê kuştin an birîndarbûna ti kesan û nebûme şahid jî.
"Min tifeka gazavêj bi kar anî lê nayê bîra min ka min li kûderê û çi qas bi kar anî. Di be ku di şevê de min bi kar anibe, baş nayê bîra min. "
Malbata Elvanî xwest edalet bê bicihînan.
(BK/MB)