Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li serê salê êrîşkarekî êrîşî avahiya şahiyê ya Reînayê kiribû û 39 kes kuştibûn. Kesekê bersûcê wê êrîşê hat girtin.
Polîsên Dijî Terorê yên Stenbolê siet 23.30ê li Esenyûrdê operasyon bir ser malekê. Polîsan bersûcê êrîşê digel çar kesên dî girtin.
Tê îdiakirin êrîşkarê bi navê “Ebû Muhemmed El Horasanî” digel çar kesên welatiyên Somalî, Senegal, Misir û Kirgizîstanê hatine girtin.
Sê ji wan kesên desteserkirî jin in.
Hat zanîn ku kurê êrîşkarî jî li nik wî bûye.
Bersûcê êrîşê jî tê de kontrola saxlemiya pênc kesan hat kirin û hatin desteserkirin.
Tîmeka taybet li 100 hezar sietên vîdeoyan temaşe kiriye
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê, tîmeka taybet a polîsan li hemî vîdeoyên 16 rojên piştî êrîşê temaşe kirine. Piştî temaşekirina 100 hezar sietên vîdeoyan cih hatiye tespîtkirin.
Hatiye eşkerekirin ku pêşiyê êrîşkar çûye Zeytînbûrnûyê û paşê çûye esenyûrdê. (EKN/MB)