Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heşt kes beriya niha bi 20 salan li Kerboranê, navçeya Mêrdînê hatibûn kuştin. Doza derbarê vê bûyerê de duh (28ê Hezîranê) li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê dewam kiriye.
Hurşît Îrmen, Fermandarê wê demê yê Tabûra Komandoyên Cenderme yê Mêrdînê, Mehmet Tîre, Fermandarê Cendermeyan yê wê demê yê Kerboranê, Mahmût Yilmaz, Fermandarê wê demê yê Qereqola Cendermeyan ê Navendî yê Kerboranê, Haydar Topçam, Alîkarî Fermendarê Qereqolê û Kerîm Şahîn, Çawişê Pispor jî di nav de 18 kes ji ber “kuştina bi zanebûn” tên dadgehkirin. Yek ji wan jî ne girtî ye.
Bixwîne - Dozgerî di Doza JÎTEMê ya Kerboranê de daxwaza beraetê kiriye
Di danişîna beriya niha ya 29ê Adarê de, dozgerî gotibû “Delîlên berbiçav û pêbawer yên ji şik û gumanan dûr ên xuya dikin ku beşdarî nav karê kuştinê bûne û tawana li wan tê kirin bicih anîne, bidest neketine” û xwestibû bersûc beraet bikin.
Duh çav li rê bû ku aliyên dozê li dijî nêrîna dozgerî paraznameyên xwe yên dawiyê pêşkêş bikin û heyeta dadgehê biryarê bide. Lê heyeta dadgehê cara 6an e ku guheriye û serokê heyeta nû jî beşdarî danişînê nebûye. Heyeteke demkî li şûna heyeta esasî, danişîn birêve biriye.
Herweha bersûc û parêzerên wan jî ji ber guhertina heyetê beşdarî danişînê nebûne. Bi tenê malbatên qurbaniyan û parêzerê wan Erdal Kûzû beşdar bûne.
“Her carê heyet diguhere”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, duh Abdullah Çolak, Midûrê Şaxa Kerboranê yê Wezareta Perwerdeya Netewî yê wê demê weke şahid beşdarî danişînê bûye û behsa şahidiya xwe kiriye.
Çolak ji Samsûnê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan SEGBIS) beşdarî danişînê bûye û wiha gotiye: “Ez wê demê midûrê Şaxê bûm. Di sala 1995an de dema me 29ê Çiriya Paşiyê Cejna Komarê pîroz dikir, em lê hayil bûn ku du dersdar nînin. Piştî pîrozbahiyê ji me re agahî hat, gotin winda bûne. Paşê em li qereqolê ji bêtêlan pê hesiyan ku dest danîne ser wan.”
Çolakî wiha dewam kiriye:
Haznî Dogan, birayê Seyhan Doganî yê di 14 saliya xwe de hatiye kuştin, ji ber ku heyet tê guhertin û bersûc beşdarî danişînê nabin, bertek nîşan daye.
Abdûlazîz Altûnkaynak, bavê Davût Altûnkaynakê di 12 saliya xwe de hatiye kuştin jî fotografê kurê xwe nîşan daye û wiha gotiye: “Ev kurik 12 salî bû. Hestiyên wî ji binê bîreke 120 metroyî derxistin. Kujer bi rehetî digerin. Kujerên kurikekî 12 salî li derve digeriyan lê dê û bavên wî li her derê li hestiyên wî geriyan. Çi zerara vî kurikî gîhaşt kê? Em dixwazin bila ev danişîn a dawî be. Em li bendê biryareke bi cerg a dadgehê ne. 20 car in em tên vir êdî em jî westiyan.”
Mehmet Coşkûn, birayê Abdûrrahman Coşkûnê 21 salî û Ahmet Akyon, birayê Nedîm Akyonê 16 salî yên hatibûn windakirin, gotine ew gilîkar in û xwestine bersûc werin girtin.
Parêzer Erdal Kûzûyî jî ji ber guhertina heyeta dadgehê bertek nîşan daye.
Heyeta dadgehê biryara xwe ya derbarê dosyayê de diyar nekiriye û biryar daye ku dadgehkirin 11ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an dewam bike. (AS/FD)