Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor malpera fermî ya Berpirsiyarîya Giştî ya Emniyetê, wê 12 hezar û 801 polîs ji karê wan dûr xistine, 2 hezar û 801 ji wan fermandar in.
Berpirsiyarîya Giştî ya Emniyetê bi daxuyanîyekê diyar kiriye ku sebeba jikarîdûrxistina polîsan ew e ku ‘’tê texmînkirin ku têkilîya 12 hezar û 801 polîsên 2 hezar û 523 ji wan fermandar in bi Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO/PDY) ve heye.’’
Li gor nûçeyên di rojnameyan de hatîn weşandin ji ber Rewşa Awarte bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de, ji Enqereyê 1350, ji Izmîrê 570, ji Amedê(Diyarbekir) 650, ji Konyayê 203, ji Qeyserîyê 116, ji Kocaelîyê 131 û ji Colemêrgê 350 polîs ji karê wan hatine dûrxistin. (AS/MB)