Wêne: Ercan Altûntaş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di Doza Kobaniyê de îro li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê, li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike. Doz roja Duşema 21ê Hezîranê wê dewam bike.
24 çar jê girtî, 10 jê bi şertê kontrola edlî 108 kes di vê dozê de tên dadgehkirin ku derbarê 75 kesan de biryara zeftkiinê heye.
Bixwîne-“Bersûcên gule bera Denîz Poyrazê dane û kesên daxwaza 400 wekîlan dikir yek in”
Ji bo her siyasetmedarekî 38 caran cezayê miebeta girankirî tê xwestin. Siyasetmedar ji ber wan çalakiyan tên dadgehkirin ku di sala 2014an de pêk hatine û weke “protestoyên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn.
Emniyetê ji bo siyasetmedarên tehliye bûne îtiraz kiriye
Danişîn bi xwendina belgeyên ku hatine dosyeyê destpê kiriye û serokê dadgehê diyarkiriye ku Midiriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê siyasetmedarên tehliye bûne de daxwaznameya îtirazê daye.
Piştre Sebahat Tûncelê mafê axavtinê girtiye û derbarê êrişa li dijî Avahiya Bajarê Îzmîrê ya HDPê de axiviye:
“Hevalekî me yê ciwan, Denîz Poyraz qetilkirine. Em dizanin ku ev ne yekem care. Em weke kesên ku li vir tên darizandin em dixwazin ev ya dawî be. Em sersaxiyê ji malbata Denîzê, partiya me û ji gelê Kurd û Tirkiyeyê dixwaz in.”
Bixwîne-Li vir HDP û HDPyîbûn tên dadgehkirin
“Heke civîn nehatiba betalkirin wê kujer komkujiyek pêk bianîba. Ev hemû encama neyartiya kurdan e. Kesên ku welat bi rê ve dibin dema ku devê xwe vedikin dibêjin, ‘terorîst’. Her roj parlamenteran sûcdar dikin. Kesên ku banga girtinê û lidarxistina çalakiya rûniştinê ya li pêşiya partiya me dikin, berpirsyarên vê ne.”
“Ger partiyên siyasî ji ber vê êrişê xemgîn dibin divê terka daxuyaniyên nîjadperest, olperest û netewperest bikin û dev ji polîtîkayên xwe yên neyartiya Kurdan berdin. Divê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin.”
“Dozger li dijî vê doz venakin lê dema ku Kurd hestên xwe parve dikin li wan doz vedikin. Polîtîkaya ku gelan ji hev parçe dike ev polîtîka ye. Ji bo ku em li vî welatî bijîn AKPê ji me bedel dixwaze. Em ê li vir edaletê bigerin. Piştî ku jiyana mirov çû êdî venagere. Em ê vê komkujiyê ji bîr nakin û dê nekin.”
Tûncelê weha gotiye, “Berpirsên vê qetlîamê; ewên ku pêvajoya çareseriyê bidawî anîne û li ber çareseriya demokratîka aştiyane bûne asteng e.”
Bixwîne - Di doza Kobaniyê de çar kes tehliye bûne
Ev dozekî provakasyonê ye
Fîgen Yuksekdagê destnîşan kiriye ku ew bi rêzdarî li ber bîranîna Denîz Poyrazê bejna xwe ditewîne û gotiye:
Ev dozekî provakasyonê ye. Hûn di nava vê provakasyonê de vê dozê birêve dibin. Berpirsyar Soylû, Serokkomar Erdogan û MHP ye. Avahiyên partiya me bişewitînin jî, lînç jî bikin, wê rastî derkeve holê.”
"Ev ne doz e, êşkence ye. Çima mirov sûcekî ku nekiriye hewl dide xwe ispat bike ku ew sûca nekiriye? Lêpirsîna çeperast ya ku şêweyê Amerîkayê ye tê kirin. Odeya delîlan pêkanîne û di bin zextan de îfadeyê mirovan tên stendin. Îşkence tê kirin, bi awayekî zelal îşkence ye. Binihêrin, ev cara yekem e ku ez daxwaznameyê dişînim ku bêm. Ez ê bêm wê salon danişînê. Hevalên min berdin û ez bang li organîzatorên vê provokasyonê dikim; Ez ê li wir bim, em ê te dev jê bernedin. Ne mumkun e ku mirov wekî din qebûl bike.”
“Denîz wê di tekoşîna jinan de bijî”
Gulten Kişanakê di danişîna dozê de Denîz Poyraz bibîraniye û gotiye:
“Denîz wê di tekoşîna jinan de bijî. Wê heta hetayê di tekoşîna azadiya jinan de bimîne. Wê bi tu awayî jinan teslîm negirin û bêdeng nekin.”
“DAEŞê li wir sûcên li dijî mirovahiyê pêkanî. Jin revadin, tecawiz lê kirin û weke kole bikaranîn. Digel van kiryaran nikaribûn têkoşîna jinan bida sekinandin. Tiştên kul i Şengalê hat jiyîn ji bo ku li Kobaniyê neyê jiyîn me bang kir. Ev doz bi zîhniyeta DAEŞê hatiye vekirin û vê zîhniyetê îro Denîz Poyraz qetil kiriye. Yên ku palpiştiyê ji vê zîhniyetê re dikin û yên me li vir dadgeh dikin yek in.”
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/AY)