Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê birêve dibe de, Derhênerê Weşana Giştî ê Haberturkê Mehmet Akîf Ersoy ji aliyê hêzên Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Stenbolê ve bi tohmeta ku "madeyên hişbir bikar aniye û kiriye" hate desteserkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 8 gumanbaran biryara desteserkirinê hatiye dayîn û çar kes, tevî Mehmet Akif Ersoy, hatine desteserkirin.
TMSFê Ersoy ji wezîfeyê girt
Li gorî daxuyaniya Haberturkê, TMSF (Fona Sîgortaya Mewdûeta Teserûfê ya Tirkiyeyê) Derhênerê Weşana Giştî ê Haberturkê Mehmet Akîf Ersoy ji wezîfeyê girtî ye.
“Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê birêve dibe de, Derhênerê Weşana Giştî ê Haberturkê Mehmet Akîf Ersoy hatiye desteserkirin. Ji bo aramiya lêpirsînê Mehmet Akif Ersoy ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.”
(AEK/AY)
