Fotograf: AA
Pêşhilbijartinên Demokratan yên ji bo dîyarkirina namzetên hilbijartina seroktîyê yên DYAyê didomin.
Di hilbijartina eyaleta New Hampshire-ê de, Bernie Sanders, Senatorê Vermontê bi ser ketiye. Sanders piştî eşkerebûna enceman spasiyên xwe pêşkêş kiriye û gotiye: "Ev ne tenê têkoşîna têkbirina Donald Trump e, têkoşîna veguhastina vî welatî ye. Ev serkeftin destpêka dawîlêhatina Donald Trumpî ye."
Sanders diyar kir, ew ê destûrê nede ku milyarder welat bi rêva bibin, hin reqîbên wan wê nikaribin bi perê xwe hilbijartinê bikirin.
Pêşhilbijartina pêşî ya Demokratan li eyaleta Iowayê li dar ketibû û encamên wê bi derengî hatibûn eşkerekirin. Komîteya Partîya Demokrat ya Iowayê diyar kiribû ku di hilbijartinê de Pete Buttigieg bi ser ketiye, lê Sanders encama hilbijartinê red kiribû û îdia kiribû ku li wir wî qezenc kiriye.
Di hilbijartina li New Hampshire-ê de, Sanders 26 ji sedê û Buttigieg jî 24 ji sedê dengan sitandin. Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden bi dengên xwe ket rêza pêncan. Li heman eyaletê, di pêşhilbijartina Komarîyan de jî Trump 83 ji sedê dengan sitandibû. (FD)
Çavkanî: Dengê Amerîka, AA