Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xwenîşandana Şevê ya Feminîstan a 8ê Adarê ya 17ê wê li Stenbolê çêbibe. Her weha îsal wê ligelek bajarên din ên Tirkiyeyê bi heman armancê bermane bi rê ve biçin.
8ê Adarê, roja înê li Edene, Enqere, Antal,a Bodrûm, Çanakkale, Eskîşehîr, Fethiye, Stenbol, Kocaelî, Îzmîr û Mersînê Xwenîşandana Şevê ya Feminîstan çêbibe.
Li Enqereyê wê li Qada Sakaryayê çêbibe
Li Enqereyê xwenîşandan cara 13yê ye ku wê çêbibe û bi bangewaziya Kolektîfa Feminîstan a li Enqereyê û Ragihandina Feminîstan wê bi rê ve biçe. Bername wê saet di 20.00ê de li Qada Sakaryayê dest pê bike. Piştî meşê wê li Nefes Barê, Şahiya Şevê ya Feminîstan çêbibe.
Li Edeneyê li Kuçeya Kulturê, li Antalyayê li Uç Kapilar, li Bodrûmê li Qada Mizgefta Tepecikê, li Îzmîrê li ber avahiya OSYMyê ya li Alsancakê û li Mêrsînê li Kuçeya Pozcu Koshimatoyê wê saet di 19.00ê de dest pê bike.
Li Eskîşehîrê li Esparkê, li Koaeliyê li ber Xana Şaredariyê, li Samsûnê ber Mala Dersdêran wê saet di 18.30 deqîqeyan de ji kom bibin.
Li Çanakkale û Fethîyeyê wê saet di 20.00ê de çêbibe
Xwenîşandana Feminîstan wê li Çanakkaleyê li ber Bexçeyê Çayê ya Golfê û li Fethîyeyê li Qada Beşkazayê saet di 20.00ê de dest pê bike. (BA/EMK/FD)