Wêne: Murat Bayram / bianet
Şanoya Bajêr ya Amedê lîstika Moliéreyî nivîsî ya bi navê Tartuffe li Navenda Hûnerên Dîtbarî ya Suyê pêşkêş kir.
Chalak Eventsê şeveka bi navê “Dengbêj Night” pêk anî. Li Şa Performansê dengbêjên ji Botanê stran gotin û dengbêja binavûdeng Nesrîn Şêrwanî yad kirin. Henîfa Bêlûzerî bersiva pirsên bianet kurdîyê dan.
Şanogerên Şermola Performansê şanoyeka bi navê “Balans” li Moda Sahneyê lîst.
Avestayê ji bo bernameya vekirina avahiya xwe ya nû kurdên naskirî li hev civandin.
Temaşevanên ku hatibûn li şanoya Tartuffe temaşe bikin, piştî şanoyê li ser pêyan çepik kirin.
Şanogeran hem 20 hem 21ê mehê şano lîst. Lîstika Moliêreyî nivîsî gelek baş ji bo zimanê kurdî hatiye amadekirin.
Henek û qalibên zimanê kurdî digel jêhatîbûna şanogeran gelek baş hat pêşkêş kirin.
Di bernameya Dengbêj Nightê de Henîfa Bêlûzerîyê ji bianet kurdî re got:
“Ev şev ji bo yadkirina Xoxa Bêlûzerî hatiye amadekirin. Em ji bo Nesrîn Şêrwanîyê dibêjin Xoxa Bêlûzerî ji ber ku navê wê Xoxê bû, piştî çûyî Zaxoyê navê xwe kiriye Nesrîn Şêrwanî. Ew meta min bû. Em keyfxweş in ku ciwanan dibînin. Kaniya stranan dayik in, dema zarokan dinivînin distran, di karkirinê de distiran... Keda Xoxê û ti dengbêjan nayê ji bîr kirin.”
Dengbêjan diyar kirin ku piştî hatina şaredarên qeyûm navendên dengbêjan hatine girtin û êdî dengbêjên Şirnexê nikarin li ti deran kom bibin. Şêvbihorkên dengbêjan nayên pêkanîn.
Di Şevê de herweha dengbêjên; Kurdê, Cemalê Mihê û Adilê Goyî jî stranên xwe gotin.
Çîroka her gav rengê xwe diguhere ya şanoya Balansê, bi enerjiya zêde ya lîstikvanan, bala temşevanan li pey xwe dikêşa.
Weşanxaneya Avestayê bi minasebeta vekirina avahiya nû kokteylek amade kir. Kesên naskirî yên edebiyat, mûzîk, çand û siyaseta kurdan li mekanê civîyan.
(MB)