ji bo nûçeya kurdî bitikîne
Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Sibatê diyar bûye. Di meha Sibatê de bi kurdî û tirkî wê çendîn bernameyên wêjeyî û sînemayê pêk bên. Wêjegeh Amed bi vê bernameyê re wê sêsaliya xwe temam bike.
Di Kargeha Çandê ya vê mehê de wê derbarê pirtûka "Tib û Dîrok: Kirdewarîya Bijîşkan Ya Li Tirkiyeyê" Dr. Özen B. Demir bibe mêvanê Wêjegeh Amedê. Bername wê di 10ê Sibatê bi moderatorîya Prof. Dr. Bahri Çakabayî pêk bê.
Mêvanê duyem yê Kargeha Çandê, dîsa nivîskarekî bijîşk e. Mêvanê vê bernameya bi navê "Hişajoyî û Vegotin"ê Gani Türk e. Nivîskar, di pirtûka xwe de, kitekitên teknîka hişajoyîyê gengeşe dike û wê di vê bernameyê de jî behsa heman mijarê bike. Bername wê di 11ê Sibatê de bi moderatoriya Mahmut Wenda Koyuncuyî pêk bê.
Di 18ê Sibatê de wê Kargeha Çandê pêk bê ku mêvanê vê bernameyê Adnan Fırat Bayar e. Bayar li ser Kurdolojî û felsefeyê xebatan dike û wê di Kargehê de li ser Wittgensteinî bisekine.
Di beşa Roja Nivîskar de ku tê de pirtûkên nûçapbûyî û nivîskarên wan dibin mêvan, vê mehê, Muharrem Erbey bi pirtûka xwe ya bi nave "Kelehên Gunehkaran" wê bibe mêvan. Gotûbêj wê di 25ê Sibatê de bi moderatorîya Eylem Ata Güleçê çêbibe.
Özge Doğar, bi romana xwe ya dawî wê bibe mêvana duyem ya Roja Nivîskar. Bernameya Dogarê wê di 26ê Sibatê de bi moderatoriya Uğur Portakalî li dar bikeve.
Di beşa Sînemaya Me de, vê mehê, bi kurtefîlma xwe ya yekem ya bi navê "Libendêmana Biqilqal" (2020) û dîsa bi kurtefîlma xwe ya duyem "Qehremanên Vê Demê" (2022) Eyüp Tan wê bibe mêvanê Wêjegehê. Ev bername wê di 17ê Sibatê de pêk bê. (FD)