Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Sibata 2024an diyar bû. Di bernameya Wêjegehê da 4 gotûbêj cih digirin.
Miyanê bernamey Wêjegeh Amed de ene aşme di çalakiyê bi kurdî estê. Yew bi zazakî, yew bi kurmancî ya.
Di çalakiya yewîne de meyman niştox Malmîsanij o. Malmîsanij ke emrê xwu di miyanê xebata kirmanckî de vêrna, di çalakiya bi namey “Serebûtê Nuştişê Kirmanckî" de go serê mesela de xeberî bido. Çalakî 17ê aşme saete 15:00 de wa.
Di bernameya duyem de digel doxtorîya wî ya tibê, Çayan Çakır bi romana wî ya pêşî ya bi navê Pantera Pembe û Jaguara Reş ku ji Weşanên Redê derçû, tê naskirin. Çakır, di Kargeha Çandê de, wê li ser honaksazîyê bisekine û rola wê ya ku digel zindîbûna laşî, di zindîbûna hişî û dilînîyê de jî giringiyekê dide xwe, binirxîne. Gotûbêj wê bi moderatorîya Eylem Ata Güleç, 21ê Sibatê, êvarê saet di 18.00an de çêbibe.
Bedran Hîkmet, bi pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Danberhava Meme Alan û Mem û Zinê” ku ji Weşanên Lîsê derçû, xebatên xwe yên li ser mîrateya edebî û çandî didomîne. Destana Memê Alan, destana sereke ya zargotin û kelepûra Kurdî ye û Mem û Zîn ya Ehemedê Xanî jî pala xwe daye wê destanê. Vegotinên devkî û nivîskî, hê jî hêzê didin hev û roja îroyîn, ev demajoya hanê, ji bo geşbûna zanava Kurdan, çanda Kurdan û zimanê Kurdî, qadeke leqayîhevbûnê ye û derfetê dide ku li ser wê şiroveyên cuda bên kirin. Bedran Hîkmet, wê di ser lêkolîna xwe ya danberhevî re ku li ser her du berheman kiriye, nirxa çandî û gerdûnî ya formên çandî binirxîne. Gotûbêj wê bi moderatorîya Lal Laleş, di 24ê Sibatê piştî nîvro saet di 15.00an de çêbibe.
Beyda Yıldız, bi romana xwe ya pêşî ya bi navê “Bêdua û Bêdêlindêz” ku ji Weşanên Everestê derçû, dibe mêvana Roja Nivîskar. Ev çîroka lixwegerînê ku li ber sîya evîn û jîyanên nedayî der maye û di seqayeke şîngirîyê de dikude û serîyek jî diçe cem şûngehên bîrê yên vê cografyayê ku bi bêgorîyê hatine mohrkirin. Gotûbêj wê bi moderatorîya Osman Damla, 25ê Sibatê piştî nîvro saet di 15.00an de çêbibe.
(AY)