Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Çiriya Pêşiyê diyar bûye. Murathan Mungan, 8ê Kewçêrê saet di 16.00ê de, ji bo ku romana xwe ya nû îmze bike û li sere gotûbêjê bike, wê mêvanê Wêjegeh Amedê.
Ronay Bakana li Zanîngeha Johns Hopkinsê di Beşa Zanista Sîyasetê de berendama doktorîyê ye, di biwarên wekî sîyaseta bajêr, mîrate, pevçûn, lidijrabûn û sîyaseta kurdan de xebatan dike wê 11ê Çiriya Pêşiyê, li Wêjegeh Amedê, mijara xebata xwe ya doktorayê bi beşdaran re par ve bike.
Abdullah Aren Çelik, bi Mehmet Mahsum Oral re, wê li ser pirtûka wî ya bi navê “Ev Düşkünü Bazı Rüzgarlar” (Hin Bayên Malhebîn) gotûbêjê bike. Gotûbêj, wê 15ê Çiriya Pêşiyê, saet di 15.00ê de li Wêjegeh Amedê çêbibe.
Cemed Loma wê derbarê pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Darbuka Solo”yê de biaxive. Bername wê 28ê Çiriya Pêşiyê saet 15.00ê de li Wêjegeh Amedê pêk bê.
Bawer Rûken wê 29ê mehê ji bo romana xwe ya nû “ya bi navê “Keleha Dûr” bibe mêvanê Wêjegeh Amedê. Bername wê saet di 15.0ê de dest pê bike.