Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha Gulanê aşkere kiriye.
Wêjegeh Amed di meha Gulanê de wê Nûdem Hezex, A. Bedir, Gokçe Bilgin û Gaye Boralioglûyê bike mêvan. Her weha wê “Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê” û “Li Mala Rûzemînê” jî dewam bike.
Di beşa “Roja Nivîskar” de, Nûdem Hezex wê behsa romana xwe ya duyem ya bi navê “Spîroj”ê, A. Bedir wê behsa romana xwe ya bi navê “Warê Firaran”ê bike.
Gokçe Bilgina ku romana wê ya yekem a bi navê “Dabaşeke Porselen” demeke berê weşandibû wê bibe mêvanê bernameya Wêjegeh Amedê. Her weha Gaye Boralioglûya wê behsa pirtûka xwe ya çîrokan ya bi navê “Pirtûka Elametan” bike.
Ji bo rêza “Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê”, Salihê Kevirbirî vê carê wê dinyaya Hecîyê Cindiyî ji mêvanên xwe Kinyazê Îbrahîm, Eskerê Boyîk û Zera Fêrikê Ûsivî bipirse. Heciyê Cindî bi xebatên xwe yên wekî roman, berhevkarî û wergerê wekî pêşekê folklora Kurdî tê qebûlkirin.
Di bernameya meha Gulanê de her weha rêzeya bi navê “Li Mala Rûzemînê” wê dewam bike. (FD)