Şaneşîn Performansê bernameya xwe ya meha Nîsanê aşkere kir. Di bernameyê de çendîn cure çalakî, bername û şano tê da cih digirin.
Di bernameyê de lîstikên wekî Galegal, Kalkış-Ma, Vik û Vala, Uyku, Şengê û Pengê, Mişk û Mirov, Stand Upa Egemen Şimşek, Înfaz û Zîd û Han/Dubare Kumpanya cih digirin.
Ji wan lîstikan Şengê û Pengê ji bo zarokan e.
Di vê bernameyê da, lîstîkeka nû ya Koma şanoyê Şaneşîn Performansê ya bi navê Mişk û Mirov jî cih digire.
Mişk û Mirov 15yê Nîsanê saet 19:00an dê promîyera xwe bike.
Herwekî din, di bernameya nîsanê da panelek jî cih digire. Di panelê da Bajar Mîrzeman, Burhan Tek û Umran Aran dê li ser mijara Çîroka Kurdî Ji Doh Heta Îro biaxivin.
Herwiha konserteka pîyanoyê ya bi navê Piyano’nun Kadınları jî di bernameyê da cih girtîye.
(AY)