Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 20ê Çiriya Paşiyê ya 1998an de li DYAyê jineke trans a bi navê Rita Hester hatibû kuştin. Piştî vê bûyerê, rêxistinên LGBTI+parêz, 20ê Çiriya Paşiyê weke “Roja Bîranînê ya Transên Mexdûr ên Êrîşên Nefretê li Wan Bûne” pejirandine. Li Tirkiyeyê jî yekem komeleya mafparêz ji 2008an û vir ve Pembe Hayat, Komeleya Piştgiriya bi LGBTI+yan jî vê rojê bernameyeke bibîranînê li dar dixe.
Komele bernameya 14an a 20ê Çiriya Paşiyê aşkere kiriye.
Îsal bername wê li avahiya Komeleya Pembe Hayatê bi civîna çapemeniyê û panelekê destpê bike. Her weha wê Express CDJ Workshop (Kargeha DJyan) wê pêk were ku Îpek Îpekçîoglû wê vê kargehê birêve bibe. Roja yekem wê bername bi civînek bi navê “Tevgera LGBTI+yan a Tirkiyeyê û Nîjadperestî” bidawî bibe. Heman rojê di saetên êvarê de wê li Haymatlos Mekanê şahiyek hebe.
Roja duyem ango di 21ê Çiriya Paşiyê de Kargeha Queer Dramayê û Kargeha Xwe-Parastinê pêk were.
Wê Xelata Rûmetê bidin
Di dema bûyerên Eryamanê de Dîlek Înce, jina trans bi tivingekê hatibû kuştin. Komeleya Pembe Hayat ji bo wê bibîr bîne her sal, di 20ê Çiriya Paşiyê de kesên têkoşînê li dijî êrîş û sûcên nefretê didin, xelat dike. Îsal jî wê du kesên têkoşîna transan dane, xelat bikin.
Ji bo zanyariyên zêdetir û beşdariyê, bitikîne
(EMK/FD)