Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komisyona ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û hin partî û rêxistin pêk hatiye, bernameya Newrozê ya sala 2018yê aşkere kir.
Li gorî bernameya ku komisyonê aşkere kiriye pîrozbahî wê 17ê Adarê li navçeya Farqînê ya Amedê dest pê bike û 21ê Adarê bi pîrozbahiya li Amedê, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Nisêbîn, Cizîr û Geverê bi dawî bibe. Newroz îsa wê li 40 navendan bê pîrozkirin.
Newroz par di bin slogana “Tekez em ê bi ser kevin” hatibû pîrozkirin. Îsal slogana “Faşîzm wê tek biçe, gel wê bi ser kevin” hatiye diyarkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê programa Newrozê ya 2018ê wê wiha be:
17ê Adarê: Farqîn, Qoser, Konya, Sêrt, Kocaelî, Antalya, Çewlik, Ardahan.
18ê Adarê: Êlih, Mêrdîn, Pirsûs, Dîlok, Bûrsa, Dêrsim, Bedlîs, Mereş.
19ê Adarê: Mûş, Colemêrg, Îdir, Adiyaman, Agirî, Erxanî.
20ê Adarê: Malatya, Bazid, Manîsa, Qereqoçan, Qers, Hatay/Îskenderûn, Enqere.
21ê Adarê: Amed, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Nisêbîn, Cizîr, Gever.
Ji bilî van navendan wê bernameyên pîrozbahiyê li gorî rêxistinên herêmî derkeve. (AS/FD)